Polîtîk

Ji bo pêşmerge vegere Kerkûkê gotubêj têne kirin

Endamê serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nûrî Heme Elî ragihand ku heta niha ji bo vegera pêşmerge bo Kerkûkê ti demek nehatiye diyarkirin.Nûrî Heme Elî, ku biryare vê heftiyê bi awayeke fermî erkê “Berpirsê Bereya Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge” werbigre, ji Rûdawê re ragihand, ku civînên derbarê vegera pêşmerge û çend mijarên din ên di navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam dikin û got: “Lê heta niha ti demek ji bo vegera pêşmerge bo Kerkûkê nehatiye diyarkirin.”Heme Elî herwhiha diyar kir: “Pêşmerge dixwaze bi aştiyane vegere. Koçberên wan sînoran jî bi silametî û parastî vegerin ser mal û halê xwe. Ji bo vê jî pêwîstî bi garantî û rêkeftinê heye.”Li gorî zanyariyên Rûdawê ji ber zêdebûna êrîşên DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê, Amerîkayê guvaş xistiye ser hikûmeta Iraqê da ku pêşmerge vegere wan sînoran.Beriya bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, 30 lîwayên pêşmerge li Kerkûk û derdora wî bûn.

Back to top button