Civak
Ji bo kuştina çekdarên PKK-ê 17 efser hatin girtin
Ji berî niha 3 sala li devera Bajarê Wanê qeza Çaldiranê du çekdarên PKK-ê kesek revandin û di malekî de asê bûn.Medya Tirkî ragihandibû ku du ‘ekdarên PKK-ê û kesê ku rehîn hatî girtin di şer de jiyana xwe ji dest dan.
Lê lêşkerek ku di operasyonê de amade bû, serî li dozer da û got: “ Ew 3 kes ne di şer de hatin kuştin. Ew bi awayekî hatin înfaz kirin.“ Eve demek bû dadgeha hinek efserên bilind û leşkeran berdewam dikira. Niha dadgehê biryar da û efser û hinek leşker ji bo kuştina du çekdarên PKK-ê tawanbarin û 17 leşker girtin.