Civak

Ji bo çi hun nabêjin Kurdistan

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiye Taner Yildiz îro tevlî  3. Konferansa Neft û Gaza Kurdistan û Iraqê bû. Piştre jî vezîrê enerjiyê yê Tirkiye û wezîrê samanê siruştî yê Kurdistanê Aşitî Hewramî bi hevre derketin himber medyayê û bersiva pirsên rojnemevanan dan.

Taner Yildiz di axavtina xwe de dema behsa Kurdistanê dikir, digot “ Bakurê Iraqê“ rojnemevanekî ji Taner Yildiz pirsî:

Serokwezîrê Tirkiye jî gotina Kurdistanê bi kar tînê. Ji bo çi hun vê gotinê kar naynin û dibêjin “ Bakurê Iraqê“?

Yildiz di bersiva xwe de got: Destura Iraqê daye xuyakirin ku navê vê herêmê çiye.Ez car carê vê gotinê û carcarê jî gotina din kartînim. Li vêderê hem dewlet hem jî şirketên taybet li gel hukumeta herêma Kurdistanê peymana îmze dikin. Ne me gelê Iraqê ev nav hilbijartiye. Em rêzê li vê digirin. Ji bo me ferq nake em herduyan jî kar tînin.

Back to top button