Ji bo çi Erdogan Îsraîlê dike hedef?
Di destpêka hefteyê de serokê Filîstînê Mahmûd Ebbas serdana Enqereyê kir û serokkomarê Turkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re hevdîtin pêk anî. Di pres-konferansa piştî hevdîtinê de, serokkomarê Turkiyeyê Erdogan got, ku sîyaseta Îsraîlê li hember aşitîya mayinde ya bi Filîstînê re dibe asteng. Li gor gotinên Erdogan, Turkiye wê destûrê nede ku Îsraîl sîyaseta xwe ya berfirehbûnê berdewam bike.
Helwesta hişk a serokkomarê Turkiyeyê Erdogan ya li hember Îsraîlê bi çi ve girêdayî ye?
Eksperê konflîktên etnîkî, serokê Înstîtûya Perspektîvên Stratejîk Yûsûf Çinar nêrînên xwe yên li ser wê mijarê ji radyo “Spûtnîk“ re wisa şîrove kir:
“Helwesta Erdogan a hişk a li hember Îsraîlê dikare bi wê faktorê ve bête amajekirin, ku ji bo civata Turkiyeyê pirsa Filîstînê pirseke gelek hesas e. Partîya Dad û Geşedanê jî partîyeke muhafazakar e. Ji ber wê yekê hemû tandansên negatîv ên li Filîstînê bandorê li sîyaseta Turkiyeyê dikin. Her weha pêngavên Erdogan ên bi wî awayî Turkiyeyê wek lîder û xwedî gotin nîşan dide û ew yek jî reytînga Erdogan ya li hundurê welêt bilind dike. Hêjayê bi destnîşankirinê ye, ku pozîsyona Partîya Dad û Geşedanê di maweya desthilata xwe ya 12 salan de sîyaseta xwe ya Filîstînê neguherand. Ew helwest bandorê li tewaya Rojhilata Navîn dike û rola Turkiyeyê ya wek lîderê herêmê xurttir dike. Turkiye bi wê rola xwe ve dikare ji bo çareserkirina pirsa Filîstînê dewletên Rojhilata Navîn nêzê hev bike.
Ji ber wan sedeman ez hewlên Turkiyeyê yên ji bo damezrandina dewleta Filîstînê û daxwaza Enqereyê ya ji Îsraîlê, ku vegere sînorên sala 1967`an wek xurtkirina pozîsyona Turkiyeyê ya li herêmê dinirxînim. Ez wisa difikirim, ku Turkiye wê retorîka hişk ya li dijî Îsraîlê berdwam bike. Hêjayê bi bîranînê ye, ku ji bilî Erdogan, tu lîderên dewletên ereb li NY ji bo parastina Filîstînê destên xwe ranekirin. Ew pozîsyona Turkiyeyê ya hişk ji alîyê gelên ereb ve bi rêzdarî tê pêşwazîkirin.
Ez wisa difikirim, ku di demên nêz de têkilîyên Turkiye û Îsraîlê ber bi başbûnê ve naçin“.
Sîyasetnasê Îsraîlî, eksperê Rojhilata Navîn û Kavkazê Arye Gût dihesibîne, ku arezûyên Erdogan yên bûna lîderê cîhana ereb û musulmanan dawî li karekterê stratejîk yê têkilîyên Turkiye û Îsraîlê anî.
“Hemû daxuyanîyên Erdogan, hemû gotinên wî yên li hember Îsraîlê li dijî berjewendîyên Turkiyeyê ne û tenê xizmeta armancên wî yên taybet dikin. Ew yek jî nîşan dide, ku lîstikên sîyasî yên Erdogan tu bandorê li zêdebûna baresteya bazirganî ya di navbera Turkiye û Îsraîlê de nake. Erdogan îro di hemû gunehan de Îsraîl û rêvebirîya wê tawanbar dike û dihesibîne, ku Îsraîl sedemê hemû problemên li Rojhilata Navîn e. Lê, wê yekê ji bîr dike, ku welatê tranzîta terorîstên ber bi Sûrîye û herêmê ve diçin, Turkiye bi xwe ye. Ji ber sîyaseta desthilata Turkiyeyê şerê di navbera îslamîst û rejîma Beşar Esad de destpê kir û di encama wî şerî de DAÎŞ derkete holê. Lê, demekê Erdogan serokê Sûrîyeyê Beşar Esad wek birayê xwe bi nav dikir. Erdogan li wî welatî “karta xwe ya bi xwîn“ bikar anî û di encamê de ji 80 heta 100 hezar kesan jîyana xwe ji dest dan.
Ofîsa rêxistina terorîst HEMAS`ê bi daxwaza desthilata Turkiyeyê ji Katarê ber bi Turkiyeyê ve hate veguhastin. Piştî wan faktoran ji alîyê Turkiyeyê ve bi tevgerên terorîst ve tawanbarkirina Îsraîl û serokatîya wê, durûtîya serokkomarê Turkiyeyê ye.
Di dema desthilata Erdogan de Turkiyeyê berê xwe da îslama radîkal. Îro helwesta Îranê ya li hember Îsraîlê anegorê ya Turkiyeyê gelek nerimtir e“.
Çavkanî: Dengê Rusya