Ji bo çi Ayten? Ne Cemil Bayik?

Ji berî demekî Leyla Guven ji bo “ tecrît a li ser Abdullah Ocalan “rabe dest greva birçîbûnê kir. Vê çalakiyê berdewam kir. Gelek endamên PKKê di girtigeha de li derve li Ewropa bi mebesta pişgiriya çalakiya Guven dest grevên birçîbûnê kirin. Hinek parlementerên HDPê jî ji bo pişgiriyê rojek du rojan greva birçîbûnêkirin.

Di vê demê de roja 17ê Adarê li girtigeha bajarê Tekirdagê Zülküf Gezen xwe darve kir û dawî li jiyana xwe anî. Niha jî di girtigeha bajarê Gebzeyê de  Ayten Beçet cardin xwe darvekir û dawî li jiyana xwe anî.

 Zulkuf Gezen

Ji berî niha jî ev film hatiye dîtin, bi dehan kesan ji bo Ocalan xwe şewitandin dawî li jiyana xwe anîn.

Eve 136 rojin Guven greva birçîbûnê de ye. Niha ya girîng ewe ku, gelo dema tu ji bo mercên xweşkirina jiyana kesekî dawî li li jiyana xwe bînî çi wateya vê çalakiyê dimîne. Ji aliyek din gelo Ocalan vê çalakiya ku kaşo ji bo wî tê kirin çewe dibîne.

Wek tê zanin ji berî çendekî birayê Ocalan serdana wî li Îmralî kir û da xûyakirin ku tenduristiya Ocalan başe û tu pirsgirekek wî tuneye. Ocalan peyamek jî, ji bo PKK/HDPê rêkirîbû. Berbiprsên HDPê dan xûyakirin ku ewê di demek nêzik de vê peyama Ocalan eşkere bikin. Lê heta wek niha jî behsa naveroka vê peyamê nekirin û eşkere nekirin.

Hinek çavkaniyên di nava HDPê de dibêjin ku, Qendil nahilê ev peyam bê eşkere kirin. Herweha Qendilê birayê Ocalan jî, ji bo peyamê eşkere neke tehdît kiriye. Ev yek çikasî raste yan ne raste nayê zanîn. Lê gelek eşkereye ku Qendil naxwaze peyama Ocalan ji berî hilbijartina , yan jî tu carî bête eşkere kirin. Gelek kes li hêviyên bûn ku peyama Ocalan di Newroza Diyarbekirê de eşkere bikin. Lê nebû.

Siyaseta li ser dawîkirina jiyana xelkekî tê kirin siyasetek prîmîtiv, paşdemayî û tenê di civat û rêxistinên bi diktatorî têne rêvebirin de heye.
Pirsek : Gelo Zulkif Gezen û Ayten Beçet bi îrada xwe dest greva birçîbûnê kirin? Ewan her di rewşak asayî de dawî li jiyana xwe anîn? bila kesek xwe nexapîne. Jiyan nirxeke dema li ser vî nirxî siyaset bê kirin qirêj dibe, xirab dibe û tu wateyek wê ya mirovatî namîne.

Ayten 24 salî bû, ji berî çend rojekî diya Aytenê dikira hewar û qêrin lê kesekî guh nedayê.
Divê malbat li zarokên xwe xwedî derkevin, jiyana wan biparêzin ew tişta ku ev zarok jiyana xwe dikin qurbanî tenê ji bo tetminkirina hinek kesên nexweşe.

Eger raste ji bo“Tecrit“ li ser Ocalan rabe ev grevên birçîbûne têne kirin, bila kerem bikin, li Qendil di serî de, Cemil Bayik, Duran Kalkan, Mustafa Karasu, Ali Haydar Kaytan, Selahatin Demirtaş, Sirri Sureya Onder, Sezai Temelli û Perwin Buldan dest greva birçîbûnê bikin. Bila bibin mînaq bila xwe darve bikin, bila dawîyêli jiyana xwe bînin.

Nexwe bila dev ji leyiztikên li ser jiyana zarokên xelkê berdin.

Nûçe/ Analiz

Nerîna min :