Polîtîk

Ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe diyar kirin

Ev deqê daxuyaniyê ye:

Endamên çapemeniyê yên hêja,

Dewletê û PKK hevdîtin pêktianîn lê di cih de pêwendî qut bûn.Rewşa aram têk çû û warê aşitiyê xirab bû. Ji aliyekî dewlet ji aliyek din PKK û derdora xwe, tundiyê zêde dikin.Leşker, polis ,yên li çiya û xelkê sivîl tê kuştin.Eve qerneke ku pirsa kurd bi tundî û şer nayê çareserkirin. Em herkesê ku tundiyê dike û dixwaze tevliheviyê bikin şermezar dikin.Em carek din pêşniyarên xwe ji bo çareseriyê pêşkêşî raya giştî dikin.

1-    Divê BTP herê parlementoyê û sund bixwe. Çihê gotûbêj û çareseriyê Parlementoye.

2-    Bila hevdîtinên dewletê û PKK-ê berdewambin.

3-    Divê PKK li gel çekên xwe, xwe radestî hukumeta herêma Kurdistanê bikin.

4-    Bila komiteyek adil, di bin çavderiya hukumeta Kurdistanê, Yn û daxgehên mafên mirovan de bête damezirandin.

5-    Divê zûtirîn dem dezgehên sivîl yên dijê tundiyê werin ba hev û pirsên çareseriyê gotubêj bikin.

6-    Divê komisyona kesayetên zana û rêspî bête avakirin.Li Diyarbekir ji rewşenbiran, ji kesayetên olî û ji dezgehên sivîl komiteyek ya aşitiyê bête avakirin.

7-    Bila komiteyek ji dayikên leşker, polis û gerilan bête çêkirin.

Em bangî hemû dezgehên sivîl, partiyên siyasî, rewşenbîr û gel dikin ku guh bidin vî dengê me.

Bi navê Gruba Diyalogê ya Dicle û Firat
Serok
Muhittin Batmanli

Back to top button