Polîtîk

“Altan dixwest li gel Mehmet Agar siyasetê bike“

Mehmet Baransu nivîskarê rojnama Tarafê tênaskirin ku bi destxistin û belavkirina belgeyên di nav leşkeran de. Gelek doz li dijê generalan bi belgeyên ku Baransu dayîn dadgeha vebûne. Baransû di derbarê dewleta kûr de gelek tişt nivîsandine û di vê derbarê de jî çend pirtuk weşandine.

Mehmet Barnsu di nivîsa xwe ya rojnama Trafê de  li ser van bûyerên dawî û hinek çelakiyên PKK-ê û helwesta siyasetmedarên kurd disekine. Baransu di vê derbarê de behsa Demirtaş, Selim Sadak û Altan Tan dike. Baransu dibêje: Heke bi rastî ji bo we bûyerên ku sivîl hatîn kuştin xemgînîbe, dema li Geverê du çavuş hatin kuştin we deng nekir. Ji bo çi dema polisek û jina xwe di yarîgeha topê de hatin kuştin deng ji we derneket?

Lê Baransu gelektir ser Altan Tan  disekine û dibêje: Altan Tan demeke dirêj hewlda ku xwe bi rêya siyasetê bigihîjîne Enqerê. Pêşiyê partiya Refahê ya Erbakan re flort kir. Lê paşê hinek kes kirin navbeynê û xwest Mehmet Agar re siyasetê bike. Mehmet Agar zilamê dewleta kûr e û di pirsa Susurlukê de gomanbare.

Piştî vê jî xwe nêzikî Ak Partiyê kir. Demek dirêj ma li bendê ku Ak Partî wî bike şeredarê cihekî yan jî bike parlementer. Dema ev jî nebû Altan got: “Heger ferman ya melîka be, çîya jî yê mene“ û tevlî BDP-ê bû.

Ev gotin û îdiayên Mehmet Baransu ye. Gelo di vê derbarê de wê Altan Tan tiştekî bêje yan dê bêdeng bimîne.Ew jî teqdîra wi ye.

Back to top button