Civak

ji bo avakirina Kurdistanekî serfiraz û aram

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi armanca Newroza sala 2016ê peyamekî pîrozbahiyê weşand.   Bi navê xwedê mezin û mihriban Bi minasebeta sersala nû ya Kurdî û cejna netewî ya Newrozê yaku beşêke ji şanaziyên me yên netewî û sembola rawestan li dijî zilim û berxwedan û nû bûne, pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî malbetên serbilind yên şehîdan bi giştî, şehîd û birîndarên şerê dijî DAIŞIê bi taybetî, pêşmergeyên qehreman yên di sengeran de, tevahiya karmendên dezgehên civata ewlekariya Kuridstanê, polis, gelê Kurdistanê û tevahiya wan gelan dikim ku Newrozê pîroz dikin. Îsal herêma me di nava qonaxeke dijwar ya darayî û hesas de derbas dibe, lê gelê Kurd bi berxwedan û canfedayî qonaxên gelek dijwartir ji vê qonaxê tê derbas kiriye. Niha jî serkeftinên mezin yên hêzên pêşmerge di eniyên parastina ax û xelkê Kurdistanê û herwiha hewlên berdewam yên neyaran bo çê kirina astengiyan, ew yek ji nîştimanperweran û azadîxwazan dixwaze ku bi hevre hewl bidin bo derbas kirina ew qonaxa han û gehandina karwana Kurdistanê bi ew kenara ku lazim bû beriya 100 salan pê gehêştibaya. Ezmûna dîrokî ya ev minasebeta netewî, xebat û qurbanîdana bêhijmar ya me wisa ji tevahiya welatiyan û rengên Kurdistanê dixwaze daku ji bo awedan kirina Kurdistanekî serfiraz û aram û pêşkeftî, bi tevahiya karînên xwe ve piştgîriya wan hewldanan bikin yên ku bo reformên bingehîn di her warî de lazimin. Hevdem hêvî dixwazim ku gelê me bo bidest xistina destkeftên zêdetir ku mafeke xwezayî û xwesteka piraniye bi yekdengî û yekhelwestî nêzîkatî li hember tevahiya pêşhatan bikin û nabe mafên xwe bi kêşe û alozî û xweziyên takekesî girê bide. Hêviya derbas kirina cejneke xweş û kemeran bo we dixwazim ji we daxwaz dikim ku di rojên betlanê de karînên xwe zêdetir bi tevger bikin bo dabîn kirina rewşeke aram û bi ewle li welat de. Şêwirmendê civata ewlekariya KurdistanêMesrûr Barzanî20 Adara 2016 

Back to top button