
Nûnerê Êzdîyan yê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Diyanetê ya Rêveberîya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Hayrî Bozanî, diyar kir ku rêxistina terorê PKK li Şingala navçeya Mûsilê pirsgirêkên ewlehîyê derxistiye holê û ji ber wê jî tu alîkarî ji bo navçeyê nayê şandin.
Bozanî, di derbarê peymana ewlehî ya ku di 9ê Cotmeha 2020an de di navbera rêveberîya Bexda û Hewlêrê de hat îmzekirin û derxistina PKK ji Şingalê yek ji xala wê ye, daxuyanîyek da. Bozanî da zanîn, tevî ku di ser îmzekirina Peymana Şengalê re nêzî 2,5 sal derbas bûye jî, hê jî xalên peymanê nehatine bî cîh anîn. Bozanî diyar kir malbat nikarin vegerin malên xwe ji ber ku herêmek komên çekdar e ku ji ber hebûna van koman hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê nikarin alîkarîya pêwîst bikin. Divê NY jî helwestê nîşan bide Bozanî bal kişand ser wê yekê ku ji bilî polîsên federal yên Iraqê komên çekdar li navçeyê ne qanûnî ne û serokê wan jî PKK ye.
Bozanî got: “Em hemû dizanin ku PKK di lîsteya terorê ya cîhanê de ye. Komên terorîst li Şengalê astengên herî mezin li pêşîya ewlehîya Şengalê ne. Heta ku ev yek hebin ez bawer nakim ku li herêmê aştî pêk bê”.
Bozanî li ser vê mijarê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û got, “Tevî ku ev lihevkirin di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibe kirin jî, NY wek alîyê sêyemîn pêvajoyê dimeşîne. Ji sedî 90ê maddeyan dikeve ser milê hikûmeta Iraqê. Ji bo wê yekê ye ku Iraq gava yekem bavêje. Madem wisa ye, divê alîyê sêyemîn NY jî helwestê nîşan bide”.
Beşek ji êzdîyên ku ji ber hebûna PKK ya li Şingalê nikarin vegerin malên xwe û li kampên Duhokê jiyana xwe ya dijwar didomînin, ji bo debara xwe bikin bi cotkarîyê re mijûl dibin.


