
Di tûrnûvaya ku li Swêdê hat lidarxistin de Azad Hamza di kategorîya 100 kîloyan de madalyaya zêr bi dest xist û paşê jî di nav şampiyonan de şampiyonîya şampiyonan bi dest xist. Z
êdetirî 350 werzişvan ji çar alîyên cîhanê beşdarî şampiyoniyê bûn û werzişvanê Kurd Hemze bengê şampiyonîyê girt.
Azad Hemze piştî wergirtina navê “Şampiyonê Şampiyonan” Ala Kurdistanê daliqand.
Werzişvanê Kurd ê di sala 1989an de ji dayik bûye, xwediyê gelek madalyayên herêmî û navnetewî ye.


