Serokkomarê Iraqê Ebduletîf Reşîd, daxwaza qanûnekê kir ku rojnamevan û xebatkarên medyayê diparêze. 

Reşîd bi peyamekê Roja Azadîya Çapemenî ya Cîhanê parve kir û li hemû rojnamegeran pîroz kir. Reşîd destnîşan kir ku divê ji bo ramana çapemenîya azad jîngehek guncaw bê avakirin. 

Reşîd di peyama xwe de got: “Azadîya ramanan bingeha demokrasîyê. rojnamevanan bi salan qurbanî ji bo azadîya ramanê dane”. 

Bi biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1993an de 3ê Gulanê wek Roja Azadîya Çapemenî ya Cîhanê li hemû cîhanê tê pîrozkirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: