Civak
Ji ber ku ecibandinên wê yên Facebookê kêmbû xwe kûşt
Chloe Davison ya temen 19 salî li mala xwe ya li bajarê County Durham ya Brîtanya bi mirî hate dîtin.
Xuşka wê ya temen 20 salî ku navê wê Jade bi rojnameya Sun ya Brîtanî re gotiye, xuşka wê ji ber zextên derûniyên torên civakî ve dinaliya.
Jade dibêje xuşka min baştirîn hevala min bû, nizanim bêyî wê çi bikim, ew herdem gileyî di derbarê Facebookê dikir. Dema ku li Facebookê wêneyekê belav dikir ji me re digot divê biecibînin û like bikin. Herdem jî daxwazê ji me dikir xweşiktirîn wêneyê wê ji bo wê hilbijêrîn.
Jade dibêje: Ew eger ecibandin û şîroveyên kêm ji bo wê bihata, hest dikir ku xelk ew qebûl nakin û hez ji wê nakin. Xûşka min gelek hestiyar bû, gelek axaftinan li dilê xwe de hildigirt, lê belê medya civakî jiyana wê ji navbir.