Civak

Ji ber gotina “ev der Herêma Kurd” e hat desteserkirin

Kesê ku li Stenbolê di hevpeyvîna kolanan de gotibû ‘Ev der Herêma Kurdan e’ hat binçavkirin.

Kesê bi navê Y.S, li navçeya Esenyurt a Stenbolê di hevpeyvîna xwe ya kolanan de got, “Partiya ku dijûnan (xeberan) ji min re dide nikare li vir kon veke, “ev der Herêma Kurda ye, konê Partiya Zafer ê li vir çi dike?” hat binçavkirin.  

 Gotina ‘Herêma Kurd’ a li meydana Esenyurt a Stenbolê û di medyayê de balek mezin kişand û bû cihê nîqaşê.  

 Ji ber van gotinên xwe Y.S hat desteserkirin.

Back to top button