Cîhan

Hêzên Rejîma Îranê kolberekî din qetil kir

Kolberê Kurd ê bi navê Elî Zerxamî û xelkê bajarê Tikabê, ku bavê sê zarokan bû, di dema kolberiyê de li sînorê Seqizê bi êrîşa rasterast a Hêzên Sînor ên Îranê (Hengê Merzî) hat kujtin.

Li gor daxuyaniya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê,  roja Yekşemê 3ê Adara 2024an, hêzên sînor yên li ser sînorê “Mêşaw” ê ser bi navçeya Serşîw a Seqizê komek kolber dane ber gulleyan û di encamê de kolberek bi navê Elî Zerxamî yê temen 52 salî hate kujtin.

Elî Zerxamî  ji gundê “Sarîbax” ê girêdayî Tikabê û rûniştiyê bajarê Seqizê bû. Navbirî xîzandar û bavê du zarokan bû.

Di Sibata îsal de herî kêm 4 kolber û kasibkar li ser sînorên Kurdistanê hatine kujtin û 63 kolber jî hatine birîndarkirin.

Back to top button