Hilbijartinên Îranê: Kurdan li 5 parêzgehan 32 kursî bi dest xistin
Yekem encamên hilbijartinên parlemanî û Meclisa Pisporên Îran û Rohilatê ji aliyê komîsyonên hilbijartinên parêzgehan ve hatin ragihandin. Kurdan li 5 parêzgehên Rojhilatê 32 kursî bi dest xistin.
Piştî hilbijartinên Serdema 12. ya Parlamentoyê û Hilbijartina Serdema 6. a Meclisa Pisporan, encamên yekem hatin ragihandin.
Di hilbijartinên ku ji bo hilbijartina 290 parlamenteran hatin kirin de, gel li 31 parêzgehan, li 290 herêmên hilbijartinê û li 60 hezar şaxên hilbijartinê deng da.
Di nav parêzgehên Kurdistanê de, herî zêde beşdariya parêzgeha Îlamê bi rêjeya ji sedî 60.89 bû.
Herî kêm beşdarî li bajarê Sine bi rêjeya ji sedî 32.65 û Urmiyê bi rêjeya ji sedî 48.32 hatiye tomarkirin.
Rêjeya beşdariya hilbijartinan li Kirmaşanê ji sedî 42.85, li Loristanê jî ji sedî 47.58 bû.
Kurdan li Urmiyê 7 parlamenter hilbijartin
Li parêzgeha Urmiyê ku bi giştî 2 milyon û 564 hezar dengdêr hene, 300 berbijêr ji bo 12 kursiyên parlamentoyê hevrikî kirin.
Hilbijartinên vê parêzgehê ku Kurd û Azerî lê dijîn, li 31 parêzgehên Îranê û Rojhîlatê wek herêma herî hestiyar a hilbijartinê hat dîtin.
Li Urmiyê 7 ji namzedên Kurd û 5 namzedên Azerbaycanê di hilbijartinan de bi ser ketin. Navenda Urmiyê 2 kursî, Maku, Şino-Nexede, Mehabad, Pîranşar-Serdeşt û Bokan her yek kursiyek bi dest xistin.
Li Sine 6 namzetên Kurd hatin hilbijartin
Namzetên Kurd her 6 kursiyên Parlamentoya Îranê li parêzgeha Sine bi dest xistin.
Li Sine ji milyonek û 281 hezar û 569 hilbijêrên qeydkirî 39 hezar û 86 deng dane.
Li Kirmaşanê 2 herêm hêj ne diyar in
Li parêzgeha Kirmaşanê ji 8 kursiyan 6 kursî hatin diyarkirin, ji ber ku namzedan li 2 herêman nekarîn bi rêjeya ji sedî 20 bi dest bixin, hilbijartin derbasî gera duyemîn bû.
Li parêzgeha ku bi tevahî milyonek û 641 hezar û 423 hilbijêr lê hene, li 7 navçeyan 208 kesan ji bo 8 kursiyan rikberî kir.
Li Loristanê namzetên Kurd bi ser ketin
Li parêzgeha Loristanê ku bi 9 kursiyên Parlamentoya Îranê tê temsîlkirin, 7 nav hatin diyarkirin. Pêşbirka ji bo 2 kursiyan li parêzgehê derbasî tûra duyemîn bû.
Hemû namzedên ku dikarin bibin parlamenter li Loristanê Kurd in.
Li Îlamê 3 kursî ketin destê Kurdan