Polîtîk
Seyadî mikur hat: Em li gel Kurdan ji bo parçekirina Herêma Kurdistanê kar dikin

Parlamenterê berê yê Iraqê ji kanala televizyona Îranî re ragihand ku ew ji bo hilweşandina Herêma Kurdistanê dixebitin û Kurd jî ji bo pêkanîna vê yekê alîkar in.
Parlamenterê berê yê Şîe yê Parlamentoya Iraqê Kazim Seyadî, di hevpeyvîna ligel kanala televizyona Îran El Ahram behsa hevkariyên xwe yên ligel hinek aliyên Herêma Kurdistanê yên ku ji bo perçebûna Herêma Kurdistanê dixebitin,kir.
Seyadî got: “Em bi alîkariya hevalbendên xwe yên Kurd hewla hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê didin”.
Seyadî di daxuyaniyê herweha diyar kir ku “pêngava bê guhertina destûra herdemî ya Iraqê ye, bi taybetî maddeya 140 ya destûrê û mijara federaliyê” û diyar kir ku ji bo têkbirina Herêma Kurdistanê divê pêdaçûn bê kirin.