Rêveberê nahyeya Kanîmasî ragehand, ji ber bombebarana balefirên Tirkiyê ya berdewam li ser devera nahyeya Kanîmasî 76 gundan li xwe digre û di heyama sê salên borî de 36 gundên nahyeya Kanîmasî hatin vala kirin û naha ti kesek li wan gundan nemaye.Rêveberê nahyeya Kanîmasî Serbest Akreyî ji BasNewsê re diyar kir, bombebarana balefirên Tirkiyê yên li ser axa herêma Kurdistanê û nahyeya Kanîmasiyê yê ser bi qeza Amêdiyê, ziyanên mezin geheştin xelkên deverê û heta naha 36 gund hatine vala kirin û ew gundên mane jî jiyana wan gelek lewaz bûye û xelkê wan gundan li gundên xwe ne û gund nehatine vala kirin, lê ji ber tirsa bombebarana balefirên Tirkiyê newêrin ti karekê bo xwe bikin û biçin ser çem û baxên xwe.Herwaha aşkera kir, ziyanên herî mezin ji ber wan bombebaranan geheştin Kanîmasî. 11 rojan dû hev agir berbû daristanên Kanîmasiyê û bi kotek hate vemirandin. Di wan sê salên borî de jî 500 donim erdên daristanên Kanîmasiyê hatine şewitandin.Emîr Etrûşî/Bas