Ji 100 kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin

Encumena Dadwerî ya Hilbijartinan a girêdayî Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê, biryar da ku 5 kursiyan ji pêkhateyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê re veqetîne.
Li gor biryarê, di çarçoveya 100 kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, wê kursî li ser her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê bên dabeşkirin; Du kursî ji Silêmaniyê re, du kursî ji Hewlêrê re û kursiyek jî ji Duhokê re tê dayîn.
Encûmena Dadwerî ya Hilbijartinan, ku girêdayî Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê ye; Li hember çend giliyên civatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryar da ku ji 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê 5 kursiyan ji bo pêkhateyan veqetîne. Li gor vê yekê, wê 95 kursiyên giştî yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hebin û 5 kursiyên din jî wê ji bo pêkhateyan bên veqetandin.


