jênosîd û jênosîda Neteweya Kurd û enfal…

100 sal e ku jenosîda neteweya kurd li çar beşên Kurdistanê dom dike. Qetlîam û komkûjiyê li Kurdistanê ji bona ku neteweya kurd bên qirkirin û ji holê rabe hatin kirin û lidarexistin.

İbrahim GÜÇLÜ

Neteweya kurd, 100 salî zêdetir e ku bi jênosîdê ve rûberû ye. Enfal jî beşek ji jênosîda neteweya kurd e. Ji bona ku jênosîda li ser kurdan û an jî li hemberî kurdan tê meşandin û Enfalê diyar û zelal bikin; divê pêşî em li ser wateya jênosîdê rawestin.

WATEYA JÊNOSÎDÊ…

Jênosîd nayê wê wateyê ku neteweyek û kêmneteweyek bi carekê ve ji holê rabe û tune bê kirin. Jênosîd, tevgereke wûsa ye ku  di nav pêvajoyekê dirêj de neteweyekî û kêmneteweyekî, hêjayiyên neteweyî, çandî, dîrokî, zimanî, hebûna aborî, civakî yên neteweyekê ji holê radike. Ew tê wateyê ku bi jêenosîdê, jiyana kesên neteweyan û azadiya kesan û netweyan ji holê tê rakirin. Loma jî tevgerekÎ bir rêxistinî û bi plan û domdar e. 

Gor Statuya Romayê Dadgeha Cizayê ya Navneteweyî terîfa jênosîdê di şeş xalan de diyar dibe. Gor van 6 xalan jênosîd, nîjadekê, netewekê, gûrûbeke etnîkî,  gûrûbeke olî û dînî bi tevayî, an jî bi beşekî ji bona holê ji holê rake, tevgerandin û siyaseteke stratejîk e.

Gorî terîfa Dadgeha Cizayî ya NavneteweyîJenosî:

  1. Endamên neteweyekî, nîjadekî, gûrûba etnîkî û  olî û mezhebî kûştine,
  2. Zirareke mezin ya fîzîkî û zîhnî dayina neteweyekî, nîjadekî, gûrûba etnîkî û olî û mezhebî ye,
  3. Bi zanatî ji bona  neteweyekî, nîjadekî, gûrûba etnîkî û  olî û mezhebî ji aliyê fîzîkî de ji holê rake, mahkûmî jiyanekê din bike,
  4. Bi qestî û bi zanatî û bi plan pêşiya zayîna neteweyekî, nîjadekî, gûrûba etnîkî û  olî û mezhebî girtine.
  5. Bi zorê zarokên neteweyekî, nîjadekî, gûrûba etnîkî û  olî û mezhebî, transferî neteweyekî, nîjadekî, gûrûba etnîkî û  olî û mezhebeke din kirine.  

Neteweyên Yekgirtî di sala 1948an de di Peymana Jênosîd Cizakirin û Pêşiya Jênosîdê Bê Girtin” de terîfa jênosîdê hîn zelaltir û siviktir kiriye. Gorî Peymnana Neteweyên Yekgirtî, ji bona jênosîdê fikirandin û niyet bes e. Yanî dema ku dewletek û miletekî serdest, ji bona ku neteweyekî din ji holê rake xwediyê niyet û fikir be, ew jî tê wateya jênosîdê.

Ji bona jênosîdê şert jî diyar in. Heger nîjadek û neteweyek û çandeke milî xwe di ser miletekê din û bi taybetî jî miletekî bindest re bibîne, wê demê şertên jênosîde hene. 

Di îdolojiya xwe di jî miletê xwe, di ser miletên din re digre-dibîne de şertên jenosîde hene.

Dii rejîmên totalîter de şertên jênosîdê hene.

Ji bona jênosîd pêk bê, divê otorîteyeke merkezî, faşîst, rêxistinbûneke burokratîk jî hebe.

JÊNOSÎD A (QIRKIRIN A) NETEWEYA KURD…

Neteweya Kurd û welatê wan Kurdistan di sala 1639an de encama Peymana Qesr-i Şêrînê bu du beş. Kurdistan ket bin desthilatdariya Împeratoriya Osmanî û Faris. Di serdema împeratoriya Osmanî û Faris de li ser neteweya kurd zulmeke mezin hebu. Lê neteweya kurd tune nedihat qebûl kirin û pejirandin. Loma jî di wê serdemê de ji jênosîdkirina neteweya Kurd qal kirin, mimkun nîne.

Lê piştî ku Kurdistan encama Peymana Lozanê bû çar parçe û bû  welatekî kolonî ya çar dewletên nîjadperest û faşîst, neteweya kurd tune hat pejirandin. Loma jî çar dewletan (Dewleta Tirk, Îran, Sûriye, Iraq) siyaset û stratejiya tunekirina neteweya kurd meşand. Bi vê biryarê jenosîda kurdan û tunekirina neteweya kurd dest pê kir.

100 sal e ku jenosîda neteweya kurd li çar beşên Kurdistanê dom dike. Qetlîam û komkûjiyê li Kurdistanê ji bona ku neteweya kurd bên qirkirin û ji holê rabe hatin kirin û lidarexistin. Zimanê kurdı û çanda kurd û hemû hêjayiyên neteweya kurd qedexe kirin, ji bona jenosîda neteweya kurd e.

Siyaset û kirinên dewletên kolonyalîst li hemberî miletê kurd, gor pîvan û peymanên navneteweyî bi her rengî jenosîd e. Li Kurdistanê jenosîdeke domdar heye. Her deqîqe di jiyana me de xwe diyar dike.

ENFAL BEŞEK JI JÊNOSÎDA NETEWEYA KURD E…

Di ser êrîşa enfala Kurdistanê re 33 sal derbas bûye. Rejîma Baasê ya faşîst ya hat rûxandin (1963-2003), di Enfalê de bi  hezaran jin û zarokên kurdan qirkirin û kûştin û wenda kirin. Ev qirkirina kurdan li pêş civaka navneteweyî û Neteweyên Yekgirtî pêk hat. Ev qirkirina kurdan li pêş civaka îslamî hat li darxistin. Ev qirkirina kurdan ya Enfalê di 7 mehan de pêk hat. 

Erteşa Iraqê di êrîş û qirkirina Enfalê de bi hemû babet çekên nû û teknolojiya nû ji hewayî û asman, li erdê û  zemînê êrîş kir û bi hezaran malbatên kurdan enfal kirin. Di wê pêvajoya leşkerî ya rêjîma Baasê de, zêdetir ji 4. 700 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin.

Ev qirkirina kurdan di 8 qonaxan de bi dawîbû.

“Qonaxa yekem: Ji 22ê Sibatê û ta 18ê Adara 1988an berdewam kir û di vê qonaxê degeliyê Cafayetî hat enfalkirin.

Qonaxa duyem: Ji 22ê Adarê û ta 1ê Nîsana 1988an birêve çû, navçeya Qeredax hat enfalkirin.

Qonaxa sêyem: Ji 7ê Nîsanê û ta 20 Nîsana 1988an li navçeya Germiyan hat encamdan.

Qonaxa çarem: Ji 3ê Gulanê û ta 15ê Gulana 1988an li navçeya Qelasêwkê û geliyê Zê yê biçûk hat encamdan.

Qonaxa pêncem, şeş û heftem: Ji 15ê Gulanê û ta 26ê Îlona 1988an birêve çû û tê de navçeyên Şeqlawa û Rewandizê bi ber pêla enfalê ketin.

Qonaxa heştem: Ji 26ê Tebaxê û ta 6ê Îlona 1988an birêve çû û tê de êrîş li ser devera Badînanê hate kirin.

Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Baasê 182 hezar Kurd li bajar û gundên Kurdistanê enfal kirin.” (Kurdistan24)

“Enfal, Sûreyeke qûranê ye û ji 75 ayetan pêk tê. Enfal/jênosîda Navê xwe ji ev ayeta quranê ya „El-Enfal“ê digire.  Ev ayeta qûranê di şer de ganîmetê rêdixe û tenzîm dike.”

Dîktatorê Faşîst û mirovkûj û dijminê neteweya kurd Saddam Huseyin, ev ayeta qûranê a di dema peygamberê misilmanan de ji xwe re girtiye;  mal û milkê kurdan, keç û bûkên kurdan ji xwe re wek ganimet qebûl kirîye.

 Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê, roja 14ê Nîsanê weke roja Enfalê tesbît kiriye. Ev biryara  jî, Enfalê/Jênosîda Kurdan di mejûyê her kurdekî de dide jiyandin. Hemû kurdên dinyayê û kurdên cîhanê şehîdên enfalê bi rêz û bi êş bibîrtînin.

ENFAL/JENOSÎDA KURDAN JI BONA MISILMANA Û DINYAYÊ RÛREŞİYEK E…

Dîktator û faşîst Seddam Huseyîn bi Enfala kurdan misilmanî qirêj kir. Lê rêxistin û dezgehên îslamî yên giştî ji bona Enfala Kudrdan dengê xwe dernexistin. Ev helwesta misilmana jî derxist holê ku misilman neteweyan wek hevûdu nabînin, zulma li ser neteweyan meşrû dibînin, îslamiyeta wan îslamiyeta berjewendî û dewletê ye.

Loma Enfala Kurdan li rûye hemû welatên Îslamî û li rûye misilmanên dinyayê lekeyeke reş e.

Neteweyên Yekgirtî, Dewletên Yekîtiya Ewrûpayê û hemû dinyayê jî li hemberî Enfal/jenosîda kurdan bê deng man. Carek din derket holê ku Neteweyên Yekgirtî, neteweya kurd temsîl nake, temsîla dewletên mezin û emperyalîst û zilumkar dike.

Demokrasî û mafpareziya şexsî û kollektîf ya  Yekîtiya Ewrûpayê jî îflas kir û qirêj bû.Lewra Yekîtiya Ewrûpayê û dewletên endam li hembetî Enfalê yanî jenosîda kurdan bêdeng man.

EZ DI ENCAMÊ DE DIBÊJIM:

Enfal, jenosîd e. 

Enfal, komkujî ye. 

Enfal hewildan û siyaseta tunekirina Kurdan e.

Enfal, zulm û barbarî û hovîtî ye.

Enfal, nîjadperestî û metîngehkarî ye.

Enfal totalîterîzm e.

Enfal, dîktatoriya faşîst e.

Enfal, faşîzma Baasê ye.

Enfal, faşîzm kolonyalîzma çar dewletan e.

Enfal, diyarbûna sextekariya Neteweya Yekgirtî û mirovatiyê ye.

Enfal, diyarbûna sextekariya dewletên û miletên misilman e.

*Divê baş bê zanîn ku kurd miletekî mezin û qedîm e. Bi kûştin, bi enfalê, bi komkûjiyan naqede. 

Neteweya kurd dê her dem di dilê dewletên kolonyalîst ya Tirk, Sûriye, Iraq, Iranê de tirs çê bike.

Ez şehîdên Enfalê bi rêz bibîrtînim.

Bila serê neteweya kurd sax be.

Diyabekîr, 16ê Nîsana 2021an…

Nerîna min :