Jiyana Ocalan bi hevkariya rêxistinên îstihbaratê re derbas bûye.

Dogu Perînçek serokê Partiya Niştimaniya Tirkiye. Perînçek siyasetmedarek Tirke û kesek Kemalistek sosyalistek netewî û nijadperest tê naskirin. Gelek tişt hene ku mirov li ser Perinçek û kesayeta wî bêje,lê wî bi xwe bi siyaseta xwe, gotar û helwesta xwe xwe ji roja roj ve baş daye naskirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê Rawîn Stêrk hevpeyvînek li gel Dogu Perinçek pêkanîye .

Hevpeyvîna Rawîn Stêrk li gel Dogu Perinçek-Rûdaw:

Rawîn Stêrk: Pêşî dixwazim bi meraqeke şexsî destpê bikim. Dema ez ketim hundirê avahiya we min atmosfereke bi disîplîn û tund dît. Helbet behsa disîplîneke leşkerî nakim. Çima ewqas disîplîn?

Dogu Perinçek: Ji ber ku me kevneşopiyek heye. Li cihekî bê disîplîn meriv nikare li jiyanê bimîne. Disîplîn girîngtirîn çavkaniya hêza rêxistinekê ye. Lê helbet tenê ne disîplîn, disîplîneke ji dil ku bingeha wê îdeolojî, bîrdozî û girêdayî ye bi armancan ve.

Dogu Perinçek xwe li Tirkiyeke çawa dibîne di hêla demokrasî, mafên mirovî, azadî, dadwerî û aborî de?

Li Tirkiyeke ku ji Amerika qut dibe, ji Atlantîkê qut dibe û li Asya bi cî dibe. Pê re jî bi cîranên xwe re pêwendiyan geş dike û Tirkiyeke ronak ku pêşiya wê vekirî ye.

Bi piraniya cîhanê ve pêwendiyên Tirikye ne baş in. Qeyraneke aborî ya giran berdewam e. Herwiha ji gelek sazî û rêxistinên cîhanî jî rexne û tawanên giran têne di warê azadiya medya û derbirînê de û di warê demokrasiyê de. Wêneyê demokrasiya navxwe li çi halî ye?

Helbet Tirkiye di pêvajoyeke bi çîk re derbas dibe. Min gava din jî got. Ez dikarim pêvajoya heyî wiha rave bikim. Tirkiye ji Atlantîkê qut dibe lê serdemeke wisa li dû xwe dihêle ku bandora Amerîka hebû û ew kêm dibe. Piştî 2014an ew serdem bi dawî hat. Me di sala 2014an de dîwarên Silîvriyê rûxandin û ew destpêka azadbûnekêbû. Pêşeng jî embûn. Em weke Tirkiye bi ser FETOyê de çûn û me glatyoya Amerîka ya ku li nava Tirkiye hebû bi erdê re kir yek û ew xistin zindanê. Di heman demê de Tirkiye li hemberî PKK têkoşîneke mezin dimeşîne ku PKK piyonê Amerîkayê ye. Ji ber wê Tirkiye tenane welat e ku li hemberî Amerîka di sengera pêş de şerê çekdarî dimeşîne. Helbet problemên vê serdemê hene. Lê ger mebest di azadiyê de glatyoya Amerîkayê be, FETO, PKK û DAIŞ be ji bo wan azadî nîn e. Tirkiye ku wan tesfiye dike digihîje azadiya xwe, ji Amerîka rizgar dibe, zincîrên Amerîka dişkêne. Ji ber wê em dikarin vê pêvajoyê weke serdema azadiyê binav bikin. Ji hêla aborî ve hun mafdar in. Em niha wê yekê didin ber xwe ku em ji wî barê dêynan rizgar bibin. Sancoyên programa aborî ya Amerîkayê hene ku 41 sal in ew program li Tirkiye hatibû ferzkirin. Helbet li hêla din jî gefên ji derve ve hene ku ji hêla Rojhilatê Behra Spî ve tên. Gefên baregehên leşkerî hene ku Amerîka li Bakurê Sûriye ava dike. Lê Tirkiye wê bi cîranên xwe re hevkariyê bike û ji wan gefan jî rizgar bibe.

Hun xwe li Tirkiyeyeke azad hîs dikin?

Ez xwe li Tirkiyeke ku azad dibe û ji Amerîka xwe rizgar dike hîs dikim. Baweriya min ew e ku azadiya Tirikye bi rizgarbûna ji Amerîka pêkan e. Ji ber ku dema em li dîroka Tirkiye dinêrin hemû ew derbeyên 12ê Adarê, ya 12ê Îlonê û ya 15ê Tîrmehê ji Amerîkayê ve hatine. Wan azadî tune kirin. Tirkiye piştî sala 1945an ket bin kontrola Amerîka. Amerîka li cîhanê dijminê hemû azadiyanbû. Ji ber wê azadbûna ji Amerîka li nava Tirkiye jî tê watiya azadbûna ferd û xelkê. Eger em ji hêla pirsa kurd ve lê binêrin, me pirsa kurd bi piranî di hêla mafên demokratîk de çareser kiriye. Ez ew kes im ku li hemberî hemû neheqî, givaş û nebûna wekheviyê min li herî pêş şer kiriye.

Piştî salên 60î çi ji hêla siyasetê ve çi bi saya sazî û dezgehên medyayî pêwendiyeke we digel kurdan hebû. Li hêla din we wê demê behsa mafên kolektîf ên kurdan jî dikir. Heta we behsa serxwebûnê jî dikir. Ji doh heta îro çi guherî ku hun hatin ser vê xetê?

Pirsa Kurd veguhezî pirsa Amerîka. Berê pirsa kurd ji wekheviya kurdan, ji mafên demokratîk û hemwelatîbûnê pêk dihat. Wê demê têkoşînên mezin çêbûn û em jî her li herî pêşbûn û serkeftinên mezin jî tomar kirin. Ger em ji hêl amafêndemokratîk ve lê binêrin, va ye rojnameyên bi kurdî çap dibin, wêşana bi kurdi serbest e û di hêla wekheviya welatiyan de jî me destkeftiyên mezin tomar kirin. Her çiqasî niha rojnameyên kurdî nayên xwendin jî. Me digot bila enstîtuyên kurdoljiyê vebin û vebûn jî. Çi ma ku pêk nehat? Mayê serxwebûn û avakirina dewletê. Ew jî ne di cî de ye. Çima ne di cî de ye? Li herêmê dewleteke kurdan ne karê ku bibe ye. Çima, çi ber ku wê demê hun divê Tirikiye, Sûriye, Iraq û Îranê jî perçe bikin. Lê helbet em rêzgirin li hemberî tercîha kurdan ku li Iraqê kirine. Hurmeta me heye li hemberî yasa û tercîhên İraqê. Li wir tiştekî wisa bû û em rêzgir in.

Bi Skeys Picot jî welatê kurdan hate perçekirin…?

Mesele ew bû. Lê çi ye? Em divê yekîtiya Asya ya Rojava damezrînin. Di nava wê yekîtiyê de Kurd jî wê wekhev û xwedî mafên azadiyê yên temam wê bijîn. Bi vî awayî çareseriyeke mayînde peyda dibe. Lê dema we got ezê Kurdistanê avakim wê kurd jî bimire, tirk jî bimire, ereb û faris jî bimire. Wê her der bibe gola xwînê û gelên herêmê tiştekî qezenc nakin. Ji ber wê avakirina dewletekê him xeyal e û ne pêkan e û him jî tenê di berjewendiya Amerîkayê de dibe. Em divê bi hev re bielimin jiyana bi hev re. Drûşmeke partiya me heye û em dibêjin tirk jî em in, kurd jî em in. Em hemû miletê tirk in. Le ez tam li hemberî wê yekê me ku neheqî bêne kirin ji ber koka wan ya etnîkî. Ez kesekî wisa me ku min perdêla vê bi jiyana xwe daye. 14 salan di hepsê de mam, partiya min hate girtin. Vê yekê gelê herêmê jî baş dizane. Di salên 90î de ew mitîngên ku me li Amed, Êlih, Cizîr, Silopya, Sirûc û Nisêbînê kirin heta niha tu partiyekê nikariye bike.

Hun behsa alîgiriyia xwe digel mafan dikin. Lê mafên kolektîf, hun alîgrê wan in jî?

Eger hun weke mafên welatîbûnê dikin belê lê ger hun bêjin grûbeke din bi navê kurd heye na. Kurd perçeyekî miletê tirk in û weke ferd xwedî mafan in. Lê weke civakeke cihê xwedî mafan in na, çareseriyeke wisa nabe bi ya min. Bo mînak tercîha li İraqê cihê ye.Dibe ku ew tercîheke goncav be û di berjewendiya kurdan de be. Ew biryara İraqê ye. Ji ber ku ew çareserî kurdan dixe rêza duyem. Weke tu bêjî ew ne ji me ne ew cihê ne. Ew dê bibe sedema encamên ne baş.

Ger mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bikeve rojevê helwesta we dê çibe?

Wellehî dema em ji welatiyên xwe yên kurd dipirsin ew dibêjin em dixwazin zarokên me bibin profesor, bibin fermandar, parêzer, general, doktor. Lê ne bi kurdî bes bi zimanê hevpar û tirkî. Bo mînak KESKê rapirsiyek kiribû ku KESK nêzikî PKKê ye. Pirsa wê yekê kiribû bê ka zimanê we yê dayîkê kîjan e. Ji sedî 60/70yî xelkê herêmê gotibûn tirkî ye. Tevî ku ji dayîk û bavên kurd dibin jî zimanê ku herî baş pê dizanin tirkî ye. Ez behsa sedemên dîrokî nakim. Ji ber ku dewleteke kurdan nebûye, kevneşopiyeke perwerdeyî nebûye û zanîngeh nebûne kurdî peş neketiye. Li hêla din jî perçebûn heye. Bo mînak li gundekî kurdî ya ku tê axaftin li gundekî din nayê fêmkirin.

Him sedema vê yekê him jî sedema ew tişta ku hun dibên kurd dibêjin em naxwazin asîmîlasyon e. Tespîteke zanistî ye ku ew aqlê ku hatiye asîmîlekirin daxwaza mafê zimanê xwe jî nake?

Asîmîlasyona xwezeyî tiştekî xirab nîn e. Em dijberê asîmîlasyona bi zordarî û givaşan in. Bo mînak li İraqê herêma Talabanî û ya Barzanî bi zimanên cihê qise dikin. Di dawiay dawîn de hin problem hene ku ji dîrokê mane.

Hemû ew problemên ku hun qala wan dikin ji sînor û qedexeyên 4 dewletan tên…

Rast e, ez nîqaşa sedeman nakim lê asta ku em hatinê ez dibê. Kurd dixwazin bi li Tirkiye werin qonaxên girîng lê ne bi kurdî. Dixwazin bibin bijîjk, endezyar lê ne bi perwerdeya kurdî. Ew jî bi tirkî pêş dikevin. Bêyî grûbeke nêzikî PKK kurd daxwaza perwerdeya bi kurdî nakin. Lê divê em fêrbûna kurdî cihê binirxînin. Bila fêrî kurdî bibin. Ez jî hinek kurdî dizanim. Gava din dema we bi kurdî destpêkir min piraniya wê fêmkir. Di zindana Diyarbekirê de ez gelek fêrî kurdî bûm. Fêrbûna kurdî heq e lê dema we got perwerdeya bi zimanê dayîkê hun behsa ji dibistanên seretayî ta zanîngehan dikin. Ji bo ku kurd li Tirkiye werin cihê baş, kurdî ne di berjewendiya wan de ye.

Hemû ew tiştên ku hun behsê dikin girêdayî wê yekê ye ku astengiyên mezin danîne ber parastina nasnameyê kurd weke nasname.

Bes Tirkiye nasnameyê kurd qebûl kir. Li Tirkiye zemanekî ew problem hebûn hun mafdar in û em jî dijberê wê ne.

Ez behsa wê yekê dikim. Li cihekî ku her tişt li ser redkirina nasnameyekê hatibe sazkirin normal e xelk nizanibe daxwaza zimanê xwe jî bike. Dibe ku hun bêjin bila bi milyonan xelk li sînorên me bimîne lê qe nebe rêzgirtina li hember nasnameyê wan ê netewî jî ne di cî de ye?

Di rêzgirtina li nasnameyê de qisûr nîn e. Niha MHP jî di nav de hemû partiyên li Tirkiye nasnameyê kurd qebûl dikin.

Ziman jî ne nasnameya gelekî ye?

Ew tiştekî girêdayî daxwaza wî gelî ye. Binêrin hejmara kesên ku ji serî heta zanîngehê daxwaza perwerdeya bi kurdî dikin ji sedî 2/3 ye.

Em dîsa hatin heman cihî. Li cihekî ku hişmendiya nasnameyî nebe daxwanekirina zimanê dayîkê jî normal dibe…

Baş e kî dê wê hişmendiyê bide wan. Jixwe PKK heye ku vê yekê bi armanca cihêbûnê dike. Lê gelek vê yekê qebûl nake. Xelk dibê ez dixwazim tirkiya xwe pêşbixim. Bo mînak li Sûr a Amedê zarok yariya fûtbolê jî bi tirkî dikin.

Helbet di vir de nabe ku em bandora tirsê ji bîr bikin. Niha li Tirkiye tu li derve bi kurdî qisekî ne diyar e dê çi bê serê te?

Na wisa nîn e, binêrin divê em mezin nekin. Tu xusûmetli Tirkiye nebûne. Li hemberî hin kiryarên dewletê jî berê em bi hev re têdikoşîn.

Em vegerin destpêka siyaseta we. We Partiay Gundî û Karkeran, Partiay Sosyalîst, Partiya Karkeran û di dawiyê de Partiay Vatan avakir. Tu hîna jî xwe weke sosyalîstekî pênase dikî?

Helbet ez kesekî sosyalîstê zanistî me. Dogu Perinçek sosyalîzma zanistî ji xwe re kiriye rehber, felsefe û rêbereke siyasî.

Baş e di sosyalîzmê de yekem pîvan mafê diyarkirina çarenûsa gelan e lê hun vê yekê niha red dikin?

Na em red nakin. Diyarkirina çarenûsê tenê cihêbûn nîn e. Em îro bipirsin hejmara kesên ku bixwezin cihê bibin ji sedî 4-5 e. Ez jî ji xelkê dipirsim. Ez di girtîgeha Diyarbekirê de mam. Ez li wir jî bi xelkê re axivîm. Diya min ji Meletî û Semsûrê ye. Diya min li Semsûrê jidayîk bûye. Ez bixwe ji Ezirganê me ez jî Semsûrî me. Binêrin dema li Tirkiye tiştek bê serê kesekî naçe xwe naspêre bakurê İraq an bakurê Sûriye. Tê Stenbol, Îzmîr û Mersînê. Dîsa di nava tirkiye de li çardeyekê digere. Cihê ku ewle dibîne dîsa axa Tirkiye ye.

Di salên 60-70 ta 80yan jî di medya ya we de we behsa serxwebûna kurdan dikir

Ne xêr me tu caran piştgiriya serxwebûne nekir. Em rêzdar in li hember îradeya wan. Lê tu caran me piştgiriya cihêbûnê nekir. Ez vê yeke eşkere bêjim. Tu daxwazeke kurdên li Tirkiye jî nîn e. Em alîgirê bihevrejiyaneke jidil in. Ne ya ku bêde ferzkirin û ew bihevrejiyan jî ji xwe heye.

Baş e hun ji bo tirkên Qibris, Trakya û Qafqasan  ta ji bo tirkmenên Iraqê behsa serxwebûn û mafan dikin. Bo çi heman maf bo kurdan jî rewa nebin?

Binêrin tirkmenên Iraqê perçeyekî Iraqê ne. Ên Sûriye wisa, ên Îranê jî wisa. Em bi tu awayî qebûl nakin ku ew di nava keftulefteke cihêbûnedebin. Ji ber ku Amerîka wan li vê yekê sor dike. Yanê tirkimenên Sûriye divê di nava Sûriye de bimînin. Bo mînak hun weke Rûdaw hatine û hun dezgeheke medyayî ne li Herêma Kurdistanê ya Xweser li Iraqê. Ez bo we jî serkeftinê dixwazim. Em teqez ne alîgir in ku Tirkmenên Iraqê perçeyekî ji Iraqê jêbikin. Dema di 91an de Amerîka çû Iraqê tirkmen li vê fikrê sor kirin. Lê em naxwazim tirkmenên ku li kêdera cîhanê hebin bibin amûreke Amerîka û behsa cihêbûnê bikin.

Niha dixwazim çend pirsan bikim ku hun 30 sal e rastî wan pirsan tên. Diyaloga we ya digel Ocalan…Hin kes wê diyolgê weke ‘dostanî’ bi nav dikin, hin kes navên din lê dikin. Di 50 salên dawîn ên dîroka siyasî ya Tirkiye de tenê hun herdû li heman cihê xwe ne. Çi cûdakarî an çi xalên ku hun dişibin hev hene?

Ez di weke gerînendeyê Kovara 200e Dogrû bi Ocelan re hatim ba hev. Weke ku hun niha bi min re rûniştine.

Mixatabiyeke we ya siyasî jî hebû bêguman?

Wê demê jî me piştgiriya wekheveyi kurdên xwe dikir. Em bûn mertal li hemberî hemû neheqiyên ku li wan dihatin kirin. Ew çavkaniyeke me ya serbilindiyê ye. Lê tu caran me tawîz nedan cihêkariyê. Min di wê hevpêyvînê de ji Ocelan ra got binêrin Amerîka tê, Îsraîl tê û li ser we lîstikan dilîzin, nebin kertikên wan û çekan berdin. Min got pêkan e ku di nava Tirkiye de  têkoşîna mafên wekhev bimeşe û ew dê di berjewendiya gelên Rojhilata Naverast de be jî. Dema hat girtin ew jî behsa vê dike ji xwe.

Wê demê PKK serxwebûn dixwast. Lê balkêş e kêngê PKK dev jê serxwebûnê berda vê carê we dest bi dijberiya xwe ya li hember serxwebûnê kir?

Helbet min ji Ocalan re jî got ku Kurdistaneke serbixwe tenê bi Amerîka pêkan e. Dema bi Amerîkayê re bibe jî  hun dê kurdan bixin cihê xayînan. Gelê kurd gelekî mêrxwas e û vê yekê qebûl nake. Ji ber wê ew polîtîkaya serxwebûn û cihêbûnê şaş e. Lê kurd di çarçoveya Iraq, Tirkiye,Sûriye û Îranê de divê xwedî heq û hiqûqê bin. Me nêrînên xwe wiha jê re gotin.

Em dikarin di dawiya van hemû nêrînan de bêjin ku hun dibêjin me ew bikar anîne. Ji xwe Yalçin Kuçuk wiha rave dike…

Di ferhenga min de pêyveke ‘bikaranînê’ nîn e. Ez tu kesekî bi kar naynim. Hele gel û xelkan qet bi kar naynim. Lê dikarim wiha bêjim, Ocalan ne ew kes e ku bawerî pê bê. Ji hêla kesayetî û qerekterê ve. Bavê min dadger bû li Amedê. Heta 5-6 saliya min jî li Amedê derbas bû. Bavê min digot xelkê Amedê baştirîn xelkê Tirkiye ye. Kurdên me jî ên Iraqê jî saf û paqij in, samîmî û durust in. Ew meseleyeke din e. Lê ew erdemên ku li xelkên Andolê û li xelkên Asya ya rojava hene li Ocalan nînin.

Bo çi vê yêk dibêjî gelo têbiniyeke te ya taybet heye?

Jiyana Ocalan bi hevkariya rêxistinên îstihbaratê re derbas bûye. Bi îstihbarata Tirkiye re, ya Şamê re, bi CIAê re, bi MOSADê re. Û ew jî vê yekê înkar nake.

Ew jî dibê ku min ew bikaranîne?

Bila bêje. Lê Ocalan di pêwendiay wî ya bi Şam û Amerîkayê re ew dikarin wî bikarbinin. Ew nikare Amerîka bikarbîne.

Dema hun ji îro ve lê dinêrin, rêxistina wî li terîtoryayeke berfireh aktîf e. Hun wî serkeftî nabînin?

Ew tune dibe. Ez ji vir bang li gelê kurd dikim. Ocalan tune dibe. PKK tune dibe. Piştî çend salan rêxistineke bi navê PKK namîne. Diqede.

Dibe ku Ocalan rabe bêje çekan berdin

Eger Ocelan li dervebûya wê çi biguhiriya bi ya te? Tiştekî ku ew karibe bike nîn e. Lê ji vir pê ve çi dibe, ez li bendê me ku piştî demekê dewleta tirk û MÎT fermanê bide wî û ew rabe bêje çekan berdin. Dikarin vê pê bidin gotin.

Ez dixwazim vegerim ser helwesta we ya dawîn. We di axaftineke xwe de got şeref e ku bibim serokê MHPê?

Na ez serokê Partiya Vatanê me. Li vir xwestin tiştekî cûda ji bo MHP bi min bidin gotin. Da ez bêjim MHP faşîst e û filan. Gotin bi vê çûnê tu dê bibî serokê MHPê jî. MHP niha bi AK Partiyê re li hemberî Amerîka li berxwe dide, nabe ku bo wan tiştên nebaş bêjim. Ji ber ku em di heman sengerê dene. Ez li hemberî tu hêzekê tiştekî nabêjim ku li hember Amerîka liberxwe dide.

Di warê heq û hiqûqa kurdan de çi ferqa we heye ji MHP? Ferqa partiyeke ku sosyalîzma zanistî esas dibîne û partiyeke nijadperest çi ye?

Dema we reaksiyon nîşanî Amerîka da û parastina niştamenê tirkan û miletperweriya tirkan kir divê hun li hember kurdan rêzgir û wekhevbin. Binêrin miletperweriya tirkan mezin e. Ji kevneşopiya împaratoriyan tê. Kevneşopiyeke ku gelan di nava hev de digoncivîne. Ew ji Hûn û Goktirkan , ji Selçûk û Osmaniyan tê. Heta mesihî jî di nava vê kevneşopiyê de hene. Çanda împaratoriyê vê yekê pêwîst dibîne. Ez ji vir bêm ser MHP. MHP li şûna miletperweriyeke teng derket û çanda împaratoriyê pejirand. Ji ber vê helwestê veguhezîneke girîng li xwe kir.

Di warê mafên kolektîf û demokratîk de ferqa we çi ye mi MHPê re?

Berê cûdakarî û ferqên me zêdebûn. Le niha em li heman cihî ne. Ew der kêder e? Îro Tirkiye rûbirûyî gefên Îsraîl û Amerîkayê ye. Dema li hemberî wan gefan we helwest nîşan da em bi hev re ne. Ew ji bo Kurdên li Sûriye û İraqê jî derbasdar e.Doz û dahatûyeke hevpar heye di vir de.

Hun dijberekî rijdin li hember NATO û bloka Antlantîkê. Lê di nava partiya we de hejmareke zêde generalên berê hene. Li Tirikye ger tu bixwazî bibî general divê tu teqez pêywira xwe ya NATO bikî. Ew ji bo we nakokî an avantaj e?

Binêrin ew hemû genaralên ku Amerîka û NATO ew avêtine zindanê ne. Di çend salên dawîn de Amerîka û NATO bi hezaran serbaz û generalên Arteşa Tirk avêtin zindanê. Ji 2008an ta pêvajoya Ergenekon û Balyozê. Tenane welatê ku gladyoya xwe ya girêdayî NATOyê pelçiqandiye Tirkiye ye. Ne Brîtanya, ne Almanya, ne Fransa û ne jî Hollanda kariya vê yekê bike. Tu welatên NATO nikarîne vê yekê bikin. Çima? Ji ber ku Tirkiye mazlûmê nava NATOyê ye. Bêyi çend welatên weke Yûnanîstanê hemû welatên NATOyê emperyalîst û kapîtalîst in. Ez serxwebûna Tirikye dixwazim, dixwazim refah û dewlemendî hebe. Lê ne pêkanê ku Tirkiye di nava sîstemeke Amerîkayê de bigihîje ewlehî, serxwebûn, serdestî dewlemendiyê.

Lê Tirkiye li hêlekê hewl dide bibe endamê Yekîtiya Ewropa?

Ewropa cûda ye. Em naxwazin ji Ewropayê ve bêne birêvebirin. Nabe ku qanûn ji Ewropa û ji Brûkselê ve bên.

Hun dixwazin Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropa?

Ez naxwazim. Lê divê em bi Ewropayê re dostbin. Herdû ji hev cûda ne. Dema hun ketin nava Yekîtiya Ewropa wê demê qanûnên we ji Brûkselê tên. Tu wê demê rêveberiyê didî wan. Em divê bibin dostê Ewropa. Ji ber ku ji Ewropa jî helwesta cihêbûna ji Amerîkayê bilind dibe. Em giringiyê didin vê helwestê. Ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo kurdên li İraq, Îran,û Sûriye jî em vê yekê bi xêr dibînin.

Çima Avrasya? Wê Avrasya çi li Tirikye zêde bike ji bloka rojavayî cûdatir?

Ew dê serxwebûn û dewlemendiyê bîne. Êdî Avrasya şaristaniyek e. Êdî navenda şaristaniya cîhanê kaşî Avrasyayê dibe. Amerîkî, Elmanî û Frensî jî vê yekê qebûl dikin. Avrasya şaristaniyeke hemdem e û Kurd jî dikarin dê nava vê şaristaniyê de cî bigirin ji ber ku Kurd jî xelkekî Asyayî ne.

Eger em werin ser mijara Sûriye… Hun goncav dibînin ku digel rêveberiya Sûriye pêwendî baş bibin. Lê li hêla din  hun piştgiriya wêy ekê jî dikin ku Tirkiye bi îslamîstên tundirew re hevkariyê dike?

Na tiştekî wisa nîn e. Ez bi tu awayî qebûl nakim ku Tirkiye bi hêzên terorî re hevkariyê bike û wan bikar bîne. Va ye 10 saliya şerê li Sûriye hatiye. Em di cî de nabînin ku Tirkiye rolekî li xwe bigire di proseya perçekirina Sûriye de. Ew gotin belavbûn ku emê li mizgefta emewiyan nimêjê bikin. Me got nabe ku ku bi tank, top û pêlavên leşkerî meriv bikeve mizgefta emewîyan. Bi rêzdarî û bi ninmêj divê meriv bikeve wir. Em dijberê van tiştan in.

Bi taybetî li Efrînê hêzên ku Tirkiye kontrol dike xisareke mezin li xelk û herêmê dike. Bi raporên navdewletî, ên Neteweyên Yekgirtî û delîlên ku hevkarên me tomar dikin ew yek eşkere ye. Fikra we çi ye?

Agahiyên bi vî rengî hene. Lê ew der heşermeşere niha. Mixabin ji ber ku axa İraq û Sûriye ji hêla Amerîkayê ve hatiye hêjandin hin hêzên çekdar li wan deran bi cî bûne. Em girîngiyek mezin didin yekeperçeyiya axa Sûriye. Divê dewleta Sûriye li her derê serdest bibe. PKK û hêzên girêdayî El Kaîde divê ji wir bên avêtin. Ew rêxistinên ku zirarê didin xelkê ne.

We gava din got em rêzgir in li hember tercîha Kurdên li İraqê. Sedema qebûlnekirina we ya heman tiştî ji bo kurdên li Sûriye, kontrola PKKê ya li wir e?

Dewleta Sûriye bixwe vê yekê naxwaze. Beşar Esad dibê çi, dibê emê heta dawiyê axa sûriye biparêzin û nehêlin xwesî filan hebe.

Beşar Esad nikariye Şamê biparêze, deveyî wê nêrîna we çiye?

Em teqes naxwazin ku PKK li wir dewletokekê ava bike.

Ger hêzeke derveyî PKK ya kurdî hebûya we dê bixwesta?

Tiştekî wisa nîn e divê em ya heyî biaxivin. Bo mînak li Bakurê Iraqê herêmeke kurdan heye, rêveberiya xwe heye û em rêzgir in. Ew biryareke ku Iraq bixwe dide. Di nava destûra Iraqê de çareseriyek wisa hatiye dîtin. Em nikarin bêjin bila wihabe wiha nebe.

Nexwe hun alîgirê çaresireyek destûrî ne?

Em alîgirê çaresiriya wê dewletê ne. Em di wê baweriyê de ne ku hebûna PKK ya di bin sîwana Amerîkayê de li Bakurê Sûriye ew dê ziyanê bide xelkan û kurdan jî.

Rûsya ew demeke herêmên di jêr kontrola Tirkiye de bombebaran dike. Ger sibê li Tirkiye û Rûsya li Sûriye nakok bibin dê çi bibe?

Nakok nabin. Di nava dostan de nakokiyên biçûk dibin lê lihevnekirinên stratejîk çênabin. Ji ber wê ew daxwaza Amerîkayê bi cî nayê ku Rûsya û Tirkiye nakok bibin.

Em bi Partiay Baas re di pêwendiyê de ne

Ji bo başbûna pêywendiyên Tirkiye û Şamê xebateke we heye gelo? Serokomar daxwazek wiha ji we kir?

Hewleke me heye helbet. Serokomar tu daxwazek wisa ji min nekir. Lê em weke partiyeke Tirkiye, weke Partiay Vatan, bi Partiya Baasê re di pêwendiyê de ne, gotûbêjên me her beredwam in.

Egerî heye ku pêwendî baş bibin? Li hêla din bi Misirê re jî tiştênnû hene?

Helbet dê pêwendî baş bibin. Berev bi wir ve diçe. Dê bi Misirê re jî bi Şamê re jî pêwendî baş bibin, ew di berjewendiya me hemûyan de ye.

We gotibû ku we Tirkiye û Rûsya li hev anîne?

Helbet, di wir de bandoreke me ya mezin heye. Wê demê me şandek şande Rûsya. Di nav de general û rêvebirên partiya me hebûn. Rûsya jî got ku partiya Vatan hatiye û em qanih kirine, me Tirikye re pêwendî baş kirine.

Hun asta pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdisatnê çawa dibînin?

Divê baştir û geşitr bibin

Berev kîjan îsitqametê?

Aştiya li herêmê girînge. Em pêwendiyên cihêkariyê helbet di cî de nabînin. Ji xwe tu helwesteke rêveberiay Herêma Kurdan ya cihêbûnê jî nîn e bi qasî ku ez dibînim. Tabî mijar pûlên Papa me bi xemgînî pêşwazîkir. Nexşeyeke ku beşek ji axa Tirikye jî weke Kurdistan bi nav dike û sûretê Papa li ser hebe ji bo kurdan jî heqaret e. Pêdiviya Kurdan bi hîmaye ya Papa nîn e.

Eger hun kurdbûna weyê tiştekî wiha nefikiriya…

Ez tirk im lê ji bo min tirkbûn kurdbûn yek e. Ez tirk im lê di heman demê de kurd im.

Di hafizaya kurdan de hemû welatên misilman ên li herêmê bûne sedema rondik û êşan. Ne normal e ku kurd trajediya xwe bi rêyeke wiha jî bo rojavayiyan rave bikin?

Kurd vê yekê şeremzar dikin. Binêrin ji kurdên li Tirkiye bipirsin, ji yên Iraq, Sûriye û Îranê bipirsin. Ez ne bawerim kurdek qebûl bike ku Papa tiştekî bibexşîne wan.

Lê Herêma Kurdistanê bi saya pêwendiyên xwe yên bi rojavayiyan xwedî statuya xwe ye?

Ew cûda ye. Pêwendiyên herkesî bi rojavayiyan re hene lê ne ku hun pişta xwe bidin Ewropa û Amerîkayê. Ew dê bibe felaket. Binêrin gelek dersên mezin hene di vê mijarê de. Bi taybetî ên Barzanî. Kesekî bi qîmet e Barzanî. Kêngê wî pişta xwe daye Amerîka, encam bûye karesat. Bûye xwîn û rondik. Dema we li herêmê cihekarî kir wê demê hun mohra xayîntiyê dixwin. Di dawiyê hemû gelên herêmê mazlûmm in. Divê ew gelên mazlûm xayintiyê li hev nekin divê ji piştê ve hevûdin xençer nekin. Ew him çanda Îslamiyetê ye him a mazlûmiyê ye him ya mêrxasiyê ye.

Başe lê kurd jî her ji piştê ve hatine xencerkirin…

Dema tu vê bikarbînî û kurdan bibî bikî piyonê Amerîka ewê bibe felaketa kurdan. Ez di heman demê de ji Ezirganê jidayîk bûme, kesekî rojhilatî me ez vê bêjim. Mêrê meta min jî kurd e Zavayê me ye. Ji bo min kurd û tirk nîn e. Min him di warê îdeoljîk de ew yek pejirandiye û him jî li ocaxê ku ez lê hatime dinê min ew yek dîtiye. Ez qet layîqî kurdan nabînim ku bibin piyonê Amerîka. Ez layîqî mêrxasî û ehlaqê wan nabînim.

Li Parlementoya Herêma Kurdistanê partiyên tirkemnan hene. Heta cîgira serokê parlemenê xanimeke tirkmen e. Ji bo kêmnetewên ku nikarin nûneran derxin jî kontenjan hene. Herêma Kurdistanê di nava wê hemû dorpêça li Rojhilata Naverast minakeke demokrasiyê avadikin. Hun çun wê derê, hun hayîdar in ji rewşa wir?

Ez du caran çûm İraqê lê çûm Bexdayê. Paşê ez çûme Suriye. Mixabin ez neçûme Herema Xweser a Kurdan. Kêfxweşiya me hemûyan eku gelên wir di nava azadî û refahê de bijîn.

Referandûma serxwebûnê bi rêjeyek mezin hat pejirandin…

Raste lê binirên ew jî xeletbû. Binêrin ew nebû, nemeşî, Amerîka û Îsraîl ew dolaba gerand lê nemeşî.

Eger siba Iraq bixwe perçebûnê qebûl bike hun de çi bifikirin?

Ez îxtimaleke wisa nabînim. Dawiya dawî cihêbûn wê ji bo herêmê jî encamên baş nede. Lê her welat çarenûsa xwe bixwe diyar dike. Ger tiştekî wisa bikin emê bêjin ku ew xelet e lê di dawiyê de emê li hember vê rêzgirbin.

Tê gotin ku piştî baydin wê gelek denge biguhirin. Hîna digel Tirkiye tu pêwendî jî dananî ne. Bi ya te wê li Rojhilata Navîn û li Tirkiye çi biguhire?

Welleh mecalê Biden nîne ku şalê xwe hilde xwe. Halê wan perîşan e. Amerîka têk çû. Divê em weke herêm vê yekê bibînin. Trump ew têkçûn tespît kir. Got em têk çûn. Biden vê yekê qebûl nake lê binêrin serweriya dolar têk çû. Li hember hêza Amerîka hêzen nû derketine. Binêrin nikarî Sûriye perçe bike. Li Tirkiye bi serneket. Nikare diranên xwe nîşanî Îranê bide. Ji ber wê ew hesabên ku li ser Amerîka tên kirin têk çûne. Şansek nemaye ku li ser navê Emperyalîzma Amerîki tiştek bê kirin. Amerîka dê siba bicehme û ji herêmê biçe. Divê em formûlên pêkvejiyanê bibînin. Formûla me weke Partiya Vatan ew e ku em weke Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye konfederasyon dibe tiştekî din dibe amade bikin.Yekîtiya Asya dibe. Kurd jî dikarin di nava vê yekîtiyê de bêhtir wekhev û mil bi mil bijîn.

Derbasbûna bo xeta Avrasya îmkaneke wisa pêşkêş dike?

Helbet, ji ber ku wê demê em dê bibin hêzeke mezin. Bifikirin, 250-300 milyon nifus kevntirîn navenda şaristaniya cîhanê ye.Neft li vir e, gaz li vir e. Bo çi em cihêkariyan li Asya peyda bikin.

Li gor nêrînekê we AK Partî û Erdogan xistiye jêr kontrola xwe. Hun û ew li ser kîjan esasan di heman sengerê de civiyan?

Di sala 2014an de AK Partiyê bi hevkariya FETOyê em xistin zindanê. Lê niha Tirkiye bi ser FETOyê de diçe. Bi PKKê re proseya çareseriyê filan hebû. Niha bi ser PKK ê de diçe. Ew pakêta mafên mirovan û aborî ku beriya çend rojan hate eşkerekirin programa partiay me ye. Ji bo pêdiviyên Tirikye hevkarî û bihevrebûn çêdibin. Em nikarin AK Partiyê dêwendam têxin jêr kontrola xwe û em naxwazin jî. Ew polîtîka şaş in. Programa Partiya Vatan yeko yeko tê rojeva Tirkiye û rastiyên partiya me di vê pêvajoyê de hene. Em ne di nava bereya cumhurde ne lê em di sengera Tirikye de ne. Divê hemû welatên herêmê di vê sengerê de hebin.

Hevdîtinên ve bi Erdogan re rûbirû hene?

Li hin deran em rastî hev tên û halê hev dipirsin, hevdîtineke weke mebesta we nîn e.

Spas bo vê hevpêyvînê

Em gelekî spasiya we dikin. Ez ji vir hestên xwe yên dostanê û silavên xwe bo rêveberiya herêmê dişînim. Silav û dostaniya xwe bo xelkê me yê kurd dişînim û divê em PKK û hêzen din ji vê herêmê biqewirînin ew di berjewendiya me hemûyan de ye. Di mijara Papa de jî em xemgîn in. Weke dostekî ez dibêjim ku ew li mêrxasiya kurdan nehatiye.

Çima ewqas tofan radibe ku kurd welatê xwe weke nexşeyekê nîşan didin?

Binêrin di wir de perçeyekî welatê me tê nîşandan. Nabe ku em qebûl bikin. Ya din, nabe ku meriv xwe bispêre Papa û li benda bexşa wî be. Berê jî hinekan xizmeta seferên xeçperestan kirine. Wê tîne bîra mirov ew pûl û resm, ew yek li tu hêz û kesên herêmê nayê.

Nerîna min :