Civak

Javanmardi: Divê em xwe bi xwe birîna xwe bipêçîn

Ali Javanmardi rojnamevanê Rojhilata Kurdistanê hişyariyê li ser rewşa Rojhilata Kurdistanê ya di derbarê virusa Coronayê dide û dixwaze xelkê Kurdistanê xwe bi xwe alîkariya hevdû bikin, ji ber ku rejîma Îranê naxwaze çareseriya wan bike.

Javanmardi li videoyek li ser torên civakî belavkiriye û dibêje: Divê li hemû bajar û bajarokên Rojhilata Kurdistanê grup û tîm pêkbînin, ewên ku ciwanin xortin bila grupên pênç kesî deh kesî pêkbînin û kelûpelên tendirustiyê û hemû pêdiviyên alîkariyê kombikin. Ji ber ku li vê rewşa xerab de, gelek kes nikarin wan pêdiviyan peyda bikin. Ew karkerên ku pereyê wan nîne gelek hejarin alîkariya wan bikin.

Her wiha Javanmardi got: Pêwîste em hemû li vê rewşê de alîkariya hevdû bikîn û nehêlin ew xelkên ku li nava bajarên wan de virus heye, nêzîkî wan bibin. Em hemû divê piştgiriya hevdû bikîn heta ku ji vê rewşa xerab rizgar bibîn. Bi yekîtiyeke tevahî em dikarin vê virusê û vê rejîma Îranê têk bidin, hemû desthilatdarên Îranê wan pê xweşe Kurdistanî tuşî Coronayê bibin, bila em vê hêviya wan pûç bikin û serbikevîn.

https://www.facebook.com/javanmardia/videos/575536386381586/
Back to top button