Civak

Li Batmanê sê kes ji ber virusa Corona hatin binçavkirin

Li bajarê Batmanê sê kesên ku piştî serdana Umreyê hatibûn Batmanê, ji ber nexweşiya kuxik û tayê serdana nexweşxaneyê kiribûn, ji ber metirsiya hebûna virusa Coronayê hatin binçavkirin.

Rêveberiya Tendirustiya Batmanê daye zanîn ku sê hemwelatiyên ji bajarê Medine ya Suudiyê vegeriyabûn, ji ber nexweşiyên kuxikê serdana nexweşxaneyê kiribûn, hemû pişkinînên pêwîst hatine encamdan, lê heta niha jî li jêr kontrolê dane.

Back to top button