Japonya 3.6 milyon dolar ji bo avadankirina Şingalê terxan kir
Bernameya Niştecîhkirina Neteweyên Yekgirtî pêşwaziyê li yarmetiyekî darayî nû ya Hikumeta Japonyayê kir ku 3.6 milyon dolar ji aliyê Hikumeta Japonya ve pêşkêşî Neteweyên Yekgirtî ji bo avadankirina bajarê Şingalê kirin ku ji ber şerê Da’îş ve ziyaneke zêde li ber ketiye.
Bernameya Niştecîhkirina Neteweyên Yekgirtî ragihand li rêya nûjenkirina bingeha aborî û dirustkirina yekîneyên nîştecîhbûna erzan, yarmetiya dûbare avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên destê Da’îşê kir.
Li vî derbarî de Naofumi Hashimoto Balyozê Japonya li Iraqê ragihand Japonya biryarê daye 41 milyon dolar yarmetiyên dinê darayî ji bo avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên Iraqê terxan bike, bi vê projeyê de jî ji bo Şingalê hatiye ragihandin.
Balyozê Japonya ragihand yarmetiyên darayiyên Hikumeta Japonya ya ji bo dûbare avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên Iraqê li sala 2014 ve heta niha bilind bûye û bûye 540 milyon dolar.