Cîhan
Îsraîl:Niyeta me tuneye ku, em li Suriye pişgiriya tu aliyekî bikin
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar got, ew niyeta wan nîne ku li Sûriyê piştgiriya ti aliyekî bikin.
Di konferansa ewlehiyê ya ku ji aliyê rojnameya Îsraîl Hayom ve hat organîzekirin de, Wezîrê Karên Derve Saar li ser geşedanên li Sûriyeyê yên piştî şer û pevçûnên ku di 27’ê Mijdarê de di navbera hêzên rejima Sûriyeyê û komên çekdar ên dijber de li gundewarê rojavayê parêzgeha Helebê dest pê kirî, axivî.
Saar got, “(Sûriye) Em naxwazin di vê mijarê de bibin alî.”
Saar, diyar kir ku di navbera rêveberiya Şamê û komên çekdar de ti “aliyê baş” tine ye û diyar kir ku Îsraîl rasterast ne alîgirê operasyonên leşkerî ye, lê geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne.