Hevpeyvîn

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima damezrandina Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê dibe

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja yekşemê 01.12.2024ê li bajarê Hewlêrê beşdarî 10emîn salvegera damezrandina Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê bû.

Di merasimê da ku, birêzan Masrur Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hijmareyeke berçav ji berpirsên hizbî û hikûmetê, balyoz û konsul û nûnerên welatên biyanê li Iraq û Herêma Kurdistanê û akademîsiyen amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkeş kir.

Naveroka gotara Serok Nêçîrvan Barzanî:

Amadebûyên birêz
Êvariya we baş

Ez dixwazim bixêrhatina hemû mêvanan bikim, balyoz û konsulên welatan li Hewlêrê, hemû ew birêzên di vê şevê da bi me ra beşdar in, ez bi germî bixêrhatina wan hemûyan dikim, bixêrhatina hemû mêvanên ezîz dikim, bi xêr hatin serçavan.
Bi taybetî bixêrhatina birêz Mar Awa dikim ku îşev bi me ra beşdarî merasîmê dibe, gelek bi xêr hatin.

Ez kêfxweş im ku vê êvarê ez beşdarî 10 salvegera damezrandina Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê dibim. Ez bi germî pîrozbahî û destxweşiyê li vê saziya akademîk ya pêşkeftî dikim ya ku di nava 10 salên borî da hizreke nû ji bo guhertina pergala fêrkitin û perwerdeyê li Herêma Kurdistanê û baştirkirina wê pêşkeş kiriye.

Perwerde ne tenê amûrek ji bo pêşkeftina kesan e, lê hêzeke ku dikare civakan ava bike û ji bo welat û miletan paşerojek geş ava bike. Di sala 2013an da, gava birayê min yê birêz Mesrur Barzanîbi ramana damezrandina zanîngehê bi min ra behis kir ku, wê demê ez serokwezîr bûm, min bi kêfxweşî pêşwazî li fikra cenabê wî kir. Ev bi tevahî bi hizra min ra li hev dikir ku, giringe saziyek fêrkirin û xwendian zanîngehê di sewiya cîhanî da ava bikîn.

Ez gelek spasiyên hewlên berdewam û nêrînên wî bikim. Ez dixwazim spasiya Meclîsa Emîndaran, Serokatiya Zanîngehê û endamên desteya lektoran ku, di nava 10 salên borî da bi dilsozî û visyoneka jîrane rûbirûyê asteng û pirgirêkan bûn ji bona dilrehetbûn ji berdewambûna kariyera Zanîngehê ku bi armancên xwe yên bala bigehin.

Armanca damezrandina Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ji destpêkê ve zelal bû:

Avakirina saziyek ku bibe mînakek akademîk ya bilind û çirayek ji bo zanist û afrandinê û ew ji bo nifşên paşerojê îlhamek be. Beşdar be di amadekirina nifşek da ku bikaribe rûbirûyê pirsgirêkan bibe. Nifşek ku bikaribe amûrên serkeftinê di cîhanekê da berdest bike ku pir bi lezgînî diguhere û wê ji me dixwaze ku, em bi berdewamî bi pêşkeftinan ra xwe nû bikin; da ku ber bi pêş ve biçin, da ku em ji pêvajoya pêşkeftina gelan neyên veqetandin.

Birêzan

Di deh salên çûyî da, Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê destkeftiyên girîng bi dest anîne ku ew bibe mînakek eşkere ya kalîteya perwerdeyê li Kurdistan û Iraqê. Di nav wan da:

  • Ew yekem saziya perwerdeya bilind e li Iraqê ku, di pêvajoya bidestxistina pêbaweriya akademîk a navneteweyî da bi serfirazî çend qonaxên girîng derbas kirine. Ev yek pabendbûna berdewama ya zanîngehê ji bo pêşkeşkirina perwerdeya bi kalîteya bilind nîşan dide. Ev jî îsbat dike ku serxwebûna zanîngehan ji bo ku taybet û cuda bin û akademîsyenên navneteweyî pê bawer bin pir girîng e.
  • Ya ku birêz Masrur di axaftina xwe de got ku, 70% xwendekarên zanîngehê bi hin awayan Sckolarship pê hatiye dan, ev jî cîyê rêzgirtin û pesnê ye. Em dixwazin spasiya hemû xêrxwazan û hemû yên ku ji zanîngehê ra hevkar bûn û alîkarî kirine û dikin bikim. Em li bendê ne ku zêdetir jî bikin. Piştgiriya van birêzan wisa kiriye ku ji bo xwendekarên pêkhateyên cihêreng li Herêma Kurdistanê û Iraqê derfet peyda kiriye da ku xwendina xwe di zanîngeha pêşkeftî da berdewam bikin. Ez dîsa wan spas dikim, hêvî dikim ku berdewam bin û xelkên din jî vê înîsiyatîfê bigirin.

Serkeftinek din ya zanîngehê di sala 2019 da damezrandina tîmek xebata perwerdeyê ye ku, bûye platformek bi bandor ji bo pêdana pêşniyarên ji bo pêşkeftina perwerdeyê û xwendina bilind li Herêma Kurdistanê. Ez bi tevahî bi hizra damezrandina vê tîmê ra bûm û min hemû piştgirî da wan.

Amadebûyên birêz

Bi rêya perwerde û fêrkirinê, em dikarin civakek pêşkeftî, aboriyek xurt û paşerojek geş ava bikin ku, hêjayî qurbanîdana vî gelê xweragir be. Çîroka serkeftina Zanîngeha Amerîkî Kurdistan ne tenê destkeftiyek akademîk e, lê di heman demê da peyamek hêviyê ji bo hemû ciwanên li Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Ji ber vê yekê, tevî van destkeftiyan, xebata me û hewildanên li Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pergala perwerdeyê hîna bi dawî nehatine. Gelek tişt hene ku divê bi dest xwe bixin da ku paşerojek geştir ji bo ciwanên me misoger bikin.

Herî girîng:

  • Pêşxistina pirogramên xwendinê daku digel hewcedariyên sedsala 21an minasib bin û xwendekaran amade bikin ku bi bazarê karê navxweyî û bazarê cîhanî ra têkeldar bibin.
  • Bihêzkirina binesaziya akademîk ji bo bilindkirina kalîteya perwerde û fêrkirinê di hemû saziyên perwerde û fêrkirinê yên Herêma Kurdistanê da.
  • Veberhênana kadiroyên lektor bi rêya dabînkirina bernameyên rahînanên berdewam ji bo pêşxistina jêhatîbûn û bihêzkirina jîriya wan.
  • Bihêzkirina zanîngehên me bi awayekî ku xwendekarên welatên navçeyê û cîhanê werin cem me.

Spas ji bo hemû kesên ku di damezrandin û piştgiriya vê zanîngeha pêşketî da beşdar bûne. Spas ji bo hemû kesên ku ji bo pêşxistina sîstema perwerdeyê û fêrkirinê li Herêma Kurdistanê dixebitin.

Em her kesî dilniya dikin ku em dest jê bernadin û dê berdewam bin ji bo bidestxistina serkeftinên zêdetir û Kurdistan bibe navendek herêmî bo pêşkeftina akademîk û afrandinê li Iraq û Herêma Kurdistanê. Kurdistanek ku ciwanên wê bikarin paşerojeke baştir ji nifşên me ra ava bikin.

Gelê Kurdistanê, dê û bav û kal yên wan xwendekarên ku di zanîngehên baş yên mîna Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê da dixwînin, bi dehan salan êş û azar kişandine û ji bo bidestxistina vê azadiyê canê xwe feda kirine. Derfeta wan a xwendinê wek nifşê îro nebû, lê şer kirin da ku nifşên wan yên paşerojê di xwendingeh û zanîngehên wek zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê da bixwînin. Ev azadî berhema êş û fedakariya wan e. Avakirina paşerojeke ku layiqî têkoşîn û xeyalên wan be, erka me ye. Divê nifşê îro vê derfetê ji bo rêzgirtin li bîranîna wan û avakirina Kurdistaneke bihêz û pêşketî bikar bîne. Lewma em dê wan her tim bi rêz û hurmet bi bîr bînin. Em bejna xwe li ber giyanê wan ditewînin.

10 saliya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê pîroz dikim. Ez pîrozbahiyê li hemû wan birêzan dikim yên ku di vê pêvajoyê da beşdar bûn û kar kirine. Gotinên min dê bi dawî neyên eger mez pîrozbahiyeke taybetî li Rania Xan û hewildanên wê nekim ku ji bo piştgiriya zanîngehê berdewamin.

Hemû alî bi xêr bên serçavan

Êvareke xweş.

Gelek spas




Back to top button