Polîtîk

HSD ji bo derketina du taxên Helebê hevdîtina dike..!

 Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)  ji bo xwe ji du taxên Kurdan ên li Helebê vekişînin danûstandinan dike.

Li gora agahiyan, HSD ji bo vekişandina ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê di nava danûstandinan de ye ew vekişîn dê di bin çavdêriya hêzên Amerîkiyan de be.

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê bêyî ku rastî berxwedana hêzên hikumeta Sûriyeyê bên piraniya bajarê Helebê kontrol kirin.

Çekdaran xwest bikevin her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê.

Her wiha Heyeta Tehrîr El Şamê ji HSDyê xwestiye ku li gel çekên xwe ji Helebê derkevin.

Lê heta niha her du taxên Kurdan ên navborî di bin kontrola HSDyê de ne.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî ev îdia red kir.

Ferhat Şamî ji televîzyona El Arabiye re axivî û got, “Em dê rêzê li biryara Hêzên Rizgariya Efrînê û gelê Efrînê yê koçberkirî yên derbarê herêma Şehba de bigirin.

Gotinên ku dibêjin vekişîna ji Şêx Meqsûd û Eşrefiye hatiye qebûlkirin ti rastiya wê nîne.

Em dê piştgiriyê bidin her biryareke li dijî rêxistinên terorê.

Back to top button