Cîhan

Îsraîlê kuştina Serokê Hemasê Yehya Sînwar piştrast kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz li ser kuştina Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sînwar daxuyaniyek belav kir.

Israel Katz di daxuyaniya xwe de dibêje: “Yehya Sînwar îro ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin.”

Serokwezîrê Îsraîlê jî piştî piştrastkirina kuştina Yehya Sînwar axivî û got: “Heta ku hemû dîl neyên rizgarkirin Şerê Xezeyê dê bi dawî nebe. Hemas dê careke din nikare Xezeyê kontrol bike.”

Li gora agahiyên hêzên parastina Îsrail dane, Yehya Sînwar di operasyoneke artêşa Îsraîlê ya li Refahê de hatiye kuştin.

Herweha Artêşa Îsraîlê dîmenên êrişa ku, Sînwar têde hatî kuştin belav kirin

Back to top button