Israîl êrîşê Sûriye kir

Çavkaniyên Sûriyê dibêjin, Îsraîlê du êrişên asmanî li ser du bingehên leşkerî li nêzîkî paytexta Sûriyê Şamê pêk anîne.
Serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman dibêje: “Balafirên şer ên Israîlî bingehên leşkerî li deverên Kiswah û Muqailibah li derveyî Şamê bombebaran kirin,” .
Der barê kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin. Artêşa Îsraîlê derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedaye.
Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand, “Dagirkera derdora bajarê Kiswa bombebaran kir”.
Televîzyona Sûriyê got: “Hêzên Îsraîlî yên dagîrker lîwaya 91 û lîwaya 75 li nêzîkî bajarokê Kişwah li deverên Salih Teyr li Sûriyê Sara’yê kirin armanc.”
Kêmtir ji 24 saetan berê Îsraîlê bi heman armancê êrîşeke hewayî û bejahî pêk anîbû û di encamê de 13 kes hatibûn kuştin.
Artêşa Îsraîlî got ku wê mezintirîn firokexaneya leşkerî ya berê ya artêşa Sûriyê li Der’a kiriye armanc, lê rayedarên parêzgehê gotin ku herî kêm 9 sivîl hatine kuştin.
Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ew êrîş şermezar kir û ew êrîş şermezar kir û ew bi “binpêkirina eşkere ya serweriya axa Sûriyê binav kir.”