Cîhan
Îsraîl bersiva Tirkiyê da: ‘Hûn Kurdan qetil dikin’

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz, li ser hesabê xwe yê medya civakî bersiva Serokkomarê Tirkiyê Erdogan a ku di vekirina Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de “tiştê ku li Xezzeyê qewimiye teqez ne şer e, hewla qirkirinê ye” da.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Îsraîl Katz, bi tundî bersiva Tirkiyê da, û got: “Serokkomarê Tirkiyê R.T.Erdogan li dijî Kurdan qetlîaman pêk tîne. Em li hember Hamas a ku hûn li Tirkiyê dikin mêvan, derfeta kujtin û qetlîaman didin wê û hûn şirîkatiyê pê re dikin, şer dikin”.