Soza DEMê: Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan û parka Ehmedê Xanê

Partiya DEMê ya ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ket pêşbirka hilbijartinê, manîfestoya xwe ya ji bo hilbijartina Stenbolê eşkere kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) bi beşdariya namzetên hevserokatiya ÎMM Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî, li Navenda Kongreya Lûtfû Kirdar, bernameya xwe ya ji bo Stenbolê eşkere kir. Beştaş û Çepnî piştî sînevîzyona xebatên hilbijartinê danezana hilbijartinê ya Stenbolê xwendin.
Li Kadıköy pirtûkxaneya Celadet Bedirxan, li Esenyurtê parka Ehmedê Xanê
Di deklerasyona DEMê ya Stenbolê sembolên Kurdan yên wek Ehmedê Hanê û Celadet Alî Bedirxan û soza kreşên bi Kurdî bal kişandin.
Di daxuyaniyê de ev soz hatin dayîn: “Wê bexçeyê gel li Stenbolê hebe, her kes wê bi navê xwe hebe. Her çand, ziman û baweriya ku li Stenbolê dijî, wê li ser kevir û axa Stenbolê bê xêzkirin. Kitêbxaneya Celadet Alî Bedirxan wê pir xweş li Kadıkoyê bê. Li Şîşliyê Muzeya Aştiyê ya Hrant Dînk, li Sancaktepeyê Navenda Çand û Hunerê ya Kazim Koyuncu û li Esenyurtê parka Ehmedê Xanê wê dewlemendiya me dewlemendtir bike. Em ê bi Kurdî û zimanên din ên zikmakî yên ku hatine xwestin kreşxaneyên xwe vekin û bi zimanê xwe yê zikmakî ji gelê Stenbolê re xizmetê bikin”.