
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder ragihand ku civîna navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Sasha Baker de Amerîkayê pabendbûna xwe ya demdirêj a li gel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder, ji çapemeniyê re ragihand ku civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Baker ji bo balkişandina ser peywendiyên stratejîk yên di navbera Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derfetek e.
Patrick Ryder, diyar kir ku di civînê de yek ji girîngtirîn mijarên ku hatine gotûbêjkirin gefên komên ser bi Îranê û DAIŞê yên li ser herêmê bû. Ryder herweha behsa pêşmergeyên Kurdistanê jî kir û got:
“Pêşmerge alîkariya lojîstîk kir, wek mînak di vegerandina çekdarên biyanî yên ku tev li DAIŞê bûne û di hevdîtinên Amerîka û Iraqê de jî di çarçoveya Komîsyona Bilind a Leşkerî ya Amerîka û Iraqê de alîkariya wan kir. Birastî nizanim ezê çawa spasiyên xwe ragihînim û pesnê giringiya hevkarî û hemahengiya me ya li gel hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bidim“.