CîhanRojev

Rêjeya beşdariya hilbijartinên li Îranê di asta herî kêm de ye

Li gor amarên nefermî rêjeya beşdariya hilbijartinên parlemanî yên Îranê piştî şoreşa îslamî, ji sala 1979an û vir ve di asta herî kêm de ye û %41 e.

 Îranê ji bo hilbijartinên giştî navendên dengdanê ava kirin, lê li gor daneyan, zêdetirî nîvê welêt neçûn ser sindoqan. Hilbijartin ji bo rewabûna pêkhateya olî ya li welêt wek ceribandinekê tê dîtin.  

Yên ku li Tehranê desthilatdar in, ji bo ku rewatiya xwe ji nû ve saz bikin, hewceyî beşdarbûnek zêde ne.

Di salên 2022-2023an de piştî xwepêşandanên li dijî rejîmê ev yek zirarek mezin dît. Xwepêşandan piştî şoreşê li Îranê bû sedema yek ji mezintirîn aloziyên siyasî. Dane diyar dikin ku tenê ji sedî 41ê hilbijêran dengê xwe dane. 

Li gor nûçeya rojnameya Hemşehrî, di hilbijartinan de 25 milyon Îranî dengên xwe dane ku tenê ji sedî 41ê dengdêran e. 

Di hilbijartinên sala 2016an de ji sedî 62 û di 2020an de jî ji sedî 42,5 beşdarî hilbijartinan bûn.

Back to top button