
Wezîrê Îsrailî Tzachî Hanegbi da xûyakirin ku Amerika tu cara êrîşê tesisên Îranê yên Atomî nake.Ji bo vê jî dixweyê dê, Îsrail mecbur dibe bi serê xwe tevbigere.
Hanegbi daxûyaniyek da ajansa KAN a Îsrailî û di derbarê gavên ku Îran di derbarê pêkanîna çekên ATomî de bavê je nirxand.
Wezîrê Îsrail di axavtina xwe de got: Dibê ku faaliyetên Îranê yên çêkirina çekên Atomî berdewame, mimkine ku ji bilî rêyên leşkerî tu rêyek din nemîne. Amerika tu cara êrîşê tesîsên Îranê nake, ji bi vê mimkine Îsrail bi serê xwe tevbigere.
Hanegbi dibêje, ew hêza Îranê ku li himber Îsrail bisekine gelekî bi sinor e. Divê Îsrail biryara xwe bide, ka gelo Îranek xwediyê çekên Atomî qebul dike yan na?