Iris Radisch Pirsa Kurd li vir jî jibîr neçû

Iris Radisch (Radiş) Pirsa Kurd li vir jî jibîr neçûEz li gelek şevên toreyê yên neteweyên cuda cuda wek guhdêr û bîner amade bûme, lê min wek vê şevê, li Langenhagen serketî, bikelek û li ser asteyeke toreyî bilind î bilind nedîtiye.Şev, ji hêla pirtûkxaneya Boehnert, VHS û komela Hospiz, ya alîkariya nexweşên êşên giran ve, hatibû li darxistin. Mêvana şevê Rexnegir, rêvebira rojnameya Zeit, beşê toreyê (Literatur= Feuilleton) û moderatora Tv û hevpara imperetorê rexneya Elmanî Marcel, Reich Ranicky.Iris Radisch, di sala 1959an de, li Berlin jidayîk bûye. Ji sala 1990 î ve, di redaksiyona toreyê wek rexnegira toreyî di rojnameya Die Zeit de kar dike, ji sala 2013an ve, bûye rêvebira redakisioynê. Xanim Radisch, gelekî li Elmaniya û cîhana europî ya Literatûrê bi nav û deng e û gelek xelatên edebiyatê bilind wergirtine, ji wan• 2008 Xelata Media ji bo kultûra zimên ya civakî jib o zimanê elmanî• 2009 wezîra culture ya Ferensî Iris Radiş mîna “Chevalier des Art des Lettres= Siwara hunera toreyê” binavkir.Pirtûka wê ya li dor Albier Camus, gelek nav û deng da. Bi taybetî, Camus mîna Execentiyalekî şagirtê Heidigger, ko Radiş jî xwe wisa dibîne.Ya Balkêş, ko siyasetmedarekî bi mezinbûna Dr. Herbert Schmalstieg, ko serokê şaredariyên Hannover û yê herî demek dirêj -34 sal- serokê şaredariyê ma û niha jî şêwirmendê yekem yê partiyên sosiyalîsta cîhanê û serokê şaredariyên cîhanî yê li dijî Atomê ye, Xanim Iris pêşkêş kir.Rêzdar Schmalstieg, xwe amadebûnekê bo pêşkêşkirinê kiribû, ko dikarîbû, ji derveyî pirtûka wê pirsan derbixe û ew, nivîskarên, ko naveroka pirtûkê ew himbêz kiribûn, ew bi tevayî xwendibûn û bi hûrgilî li ser wan zanîbû, tanî yekê ji guhdêran gotiyê, eger tu binivîsî, tê nekêmî di naveroka vê pirtûkê de, kûr biçî.Navê Pirtûka Iris Radiş ( Die Letzten Dingê- Lebensend Gespräche= Tiştên dawî- dîdarên dawiya jiyanê). Bo çi ev pirtûk bi vî navî? Xanim Radiş, dîdar di gel 19 nivîskaran kir, ko bi temen gelek mezin bûn. 13 ji wan wexer kirine û 6 hîn sax in, lê kal in:Amos Oz (Israel), Ilse Aichinger (Austuriya), Günter Grass (Elmaniya), Patrick Madiano (Luxemburg), Rüth Klüger (USA), Marcel R. Ranicki (Elmaniya), Martin Walser (Elmaniya), Imré Kertész (Hungaria), Peter Nádas, Friedricke Mayröcker (Hevjîina Ernst Jandel helbestvanê Austuriya), Julien Green (England), Peter Rühmkorf (Elmaniya), Michel Butor (Ferensa), Antonio Tabucchi (Îtaliya), Sara Kirsch (Elmaniya), George Tabori (Hungariya), Claude Simon (Ferensa), Georg Steiner ( Ferensa), Andrej Bitow (Rûsî).Radiş, ji çend nivîskaran, hinek dîdar xwendin. Tişta balkêş, ko gelek ji wan nivîskaran piştî 90 salî, digotin, hîn gelek tişt li pêş me hene, em bikin û bidawî bînin. Guenter Grass, yek ji wan bû, ko pirs li dor hate kirinê, ko wî bi SS= Istixbaratê Naziyan de, dema 16 salî karkir û çima negot? Wê got; ji xwe ev rexneya me li Guenter Grass hebû, lê eger wî gotiba, jiyana wî nediket metisiyê? Kêşe bo wî peyda nedibûn? Xelata Nobel werdigirt? Ji hêlek din ve, nivîskarên jin, li def wê, bi gelekî zelaltir ji yên mêr bûn. û bi cegertir bûn.Pirsa li ser: ka çima dîdar bi nivîskaran re û nehineke din, ko jiyana wan jî bi xwe roman in? Pirsiva wê weha bû: Ew mirov ên xwedan serpêhatî ne û gelekan xeyal windakirine. Her yek ji wan bi şêweyekî li ser dawiya jiyana xwe (Mirin) derdibirî.Di dawiyê de û piştî pirtûk da min, ko wê ji min re imze kiribû, gote min: Ez kêfxweş im tu beşdar bûye û min bihîst, tu nivîskarên elmanî nivîs werdigerînî ser zimanê kurdî. Ev agahî, rêzdar Schmalstieg, ko dostê gelê kurd e û dostên min yê taybet e, jê re gotibû. Min jî xweşhaliya xwe bi nasîna wê derbirî û got: ji van navan min ji sê nivîseran re wegerandiye û li ser yekî nivîsiye, ew jî evin: Wergerandin, Ilse Aichinger, Günter Grass û Sara Kirsch. Min li ser Martin Walser û axaftina wî ya li Paulskirche nivîsandiye. Bi yarî û hinek rastî jî tê de hebû, min jê re got: Eger tu rê bidî û derfet hebin û tu alîkar bî, ez ê vê pirtûka te wergerênim ser zimanê kurdî. Hêjayî gotinê, ko ev Pirtûk, encama jiyana rastteqîne ya jiyana wan nivîskaran e, û ew şahidê dema xwe ne.Li Dawiyê, erkê rewşenbîriyê hate nirixandin, ko li dijî totalîtarîzmê rabin beriya bigihîje dîkatoriyê û tişta li Elmaniya di sala 1933an de bû, li devereke din dubare nebe.. Bo nimûne Turkiya. Di vir de, rêzdar Schmalstieg Turkiya wek nimûne anî û her weha Lopén û hemî rastrewên europî jî. (Ji facebookê)   

Nerîna min :