Mr. Erbil : Efendîyên Hewlêrî
Îro di manşeta BBCyê de Efendîyên Hewlerî ne bi şal û şapikên xwe yê bav û kalan lê bi cil û bergên xwe yên “Hîpster” , bala medyaya civakî bi awayek din dikşînin li ser Kurdistana Başûr.Hin resmên van xortan ku bi mûnesebeta danasîna kelha Hewlêrê hatibun kişandin bi hevpeyivîna Vocativ, bala BBCyê kişand û medyaya cihanî resmeke din ya Hewlêrê vê carê bi çaveke din û bi babetek din dît.



