Cîhan

Iraqê serdana wezîrê berevaniya Tirkiye bo Bexdayê sekinand

Wezareta Derve ya Iraqê wek nerazîbûnekê li dijî bombebarana Tirkiyê ser otombîleke artêşa Iraqê û şehîdkirina çend serbaz û fermandarekî Kurd, serdana Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bo Bexdayê hilweşand. Biryarbû roja13.08.2020ê Wezîrê Berevaniya Tirkiye serdana Bexda bike.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de,  bombebarana artêşa Tirkiyê ser otombîleke artêşa Iraqê û şehîdkirina çend serbaz û 2 fermandaran şermezar kir.

Di daxuyaniyekê de Iraq Tirkiyê bi binpêkirina yasayên navdewletî, derbaskirina sînor û rêznegirtina li cîrantiyê tometbar dike û daxwaz dike, Tirkiye artêşa xwe ji nava xaka Iraqê vekişîne.

Tekez kir jî, Iraq rê nade xaka xwe ji bo êrîşkirina li ser ti welatekî cîran bikar bê û bibe meydana yekalîkirina nakokiyan.

Back to top button