Îraqê biryara vegerandina mal û milkên Kurdan da: Serok Barzanî peyamek da

Serok Barzanî ragehand, “Biryara îro ya Civata Nûnerên Îraqê diselimîne ku, eger dadî berdewam be avedanker e, eger zilm berdewam be wêranker e.”
Serok Barzanî êvara îro (Sêşem, 21.01.2025), li ser civîna îro ya Civata Nûnerên Îraqê û dengdana bi pirojeqanûna vegerandina erd û zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen li deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê, li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyamek parve kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Biryara îro ya Civata Nûnerên Îraqê diselimîne ku, eger dadî berdewam be avedanker e, eger zilm berdewam be wêranker e.”
Civata Nûnerên Îraqê îro (Sêşem, 21.01.2025) ji bo dengdan û xwandina li ser çend pirojeqanûnan civiya. Her di wê civînê de deng li ser pirojeqanûna vegerandina erd û zeviyan ji bo xwediyên wan hat dan.
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila jî her di vî warî de ragehand, “Piştî 50 salan ji dagirkirinê û 20 salan ji nemana Rijêma Beis, deng li ser pirojeqanûna vegerandina erd û zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen hat dan.”
Şaxewan Ebdila herwesa got, “Vegerandina zeviyên dagirkirî yên cotyaran li deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê pêngaveke mezin a Civata Nûnerên Îraqê ye û deng li ser wê pirojeqanûnê da.”
Navbirî tekez jî kir, “Biserxistin û dengdana li ser vê pirojeqanûnê bi xebata şev û rojan û yekdengiya tevaya firaksiyonên Kurdistanî bû û giring e ew yekrêzî ji bo bidestxistina tevaya mafan berdewam be.”