Iraq rê nade ku xaka wê di navbera welatên şerker de bibe qada pêşbirkê

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên roja Yekşemê dupat kir û got: “Hikûmeta Îraqê qebûl nake ku xaka wê di navbera welatên şerker de bibe pêşbirkek“.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve Fuad Husên li baregeha Wezareta Derve ya Bexdayê li gel balyozên welatên Yekîtiya Ewropa yên Kanada, Brezîlya û Awustralya civiya.
Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de êrişên Amerîka yên li dijî Iraqê û armanckirina hêzên ewlehî yên Iraqê û navçeyên sivîl li navçeyên Ekeşat û El-Qaim, ku di encamê de ziyanên mirovî û maddî derketine, hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniyê, Husên tekezî li ser wê yekê kir ku hikûmeta Iraqê carek din rênade xaka wê bibe qada pevçûnên di navbera welatên şerker de û got, Iraq di navbera welatên şerker de ne cihê şandina peyaman û nîşandana hêzê ye.
Wezîr Husên diyar kir ku hikûmeta Iraqê ji paraztina nûneratiyên dîplomatîk û şêwirmendên biyanî yên li Iraqê berpirsiyar e, lewra xisara wan jî êrîşek li dijî serweriya Iraqê ye û li derveyî çarçoveya siyaseta kar a hikûmetê ye.