Hevpeyvîn

Iraq bi serê xwe nikare rê li ber metirsiya bigre

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pêwîstiya Iraqê bi piştevaniya civaka navnetewî û cîranên wê heye. Nêçîrvan Barzanî herwiha got ku ji bo vekişandina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê zû ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel malpera Bild a Almanî hevpeyvîneke taybet pêk anî û têde dibêje ku niha durêyanek li pêş Iraqê ye û eger heye ku li aliyê metirsidar ve here, lê ew hêvî dike ku hemû pêkve bikarin kar bikin ku aramî û asayiş bo xelkê Iraqê vegere.

Derbarê mijara vekişandina Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, ji Iradê de Nêçîrvan Barzanî hişyarî da û got: “Em di wê baweriyê de ne ku şerê li dijî terorê bidawî nehatiye. Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê weke pêştir hêj pêwîstî bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî heye.

Di berdewamiya axavtina xwe de serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Ji bo vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dem ne guncaw e, û hêj zû ye. Metirsiya êrişên cidî li berdewam in. Iraq bi serê xwe nikara rê li ber wan metirsiyan bigire. Herwiha DAIŞ ne tenê ji bo herêmê metirsîdar e, di heman demê de ji bo civaka navnetewî jî metirsiya wê heye.”

Li ser mijara hevkariya Almanyayê di şerê dijî DAIŞê de bo Herêma Kurdistanê û rahênana Pêşmerge ji aliyên pisporên Almanî ve û şandina çekan ji aliyê wî welatî ve Nêçîrvan Barzanî wiha axivî: “Em hevkariya Almanyayê ji bîr nakin, lê niha demê wê yekê ye ku divê ew serkevtina bi pêkve hatiye bidestxistin beredayî neçe. Me di têkbirina DAIŞê ji aliyê fizîkî ve de rêyeke dirêj ajotiye. Me karî em pêwîstiyên koçberan dabîn bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê peyameke taybet bo hikûmet, parlamento û gelê Almanyayê da û got: “Em spasiya hikûmet, parlamento û gelê Almanyayê dikin ku heta niha hevkariya me kirine. Herwiha em weke dost û hevpeyman ji wê hêvî dikin ku ev hevkarî berdewam be.”

Derbarê aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de jî Nêçîrvan Barzanî got: “Em naxwazin Herêma Kurdistan û Iraq bibe meydana şerê bo çareserkirina nakokî û rikeberiyan. Niha dema wê yekê ye ku gavên alîkariya bo Iraqê bêne avêtin. Iraqê pêwîstî bi piştevaniya cîran û hevkariya civaka navdewletî heye.”

 

Back to top button