CîhanRojev

Iraq ber bi pêvajoyek ne diyar ve diçe!

Rewşa Iraqê gav bi gav ber bi aloziyê ve diçe,eger bi awayekî diyalogek siyasî pêknewê û rewşa niha xirabtir bibe şansê ku rewş cardin normal bibe zehmet dixweyê.

Xwepêşandanan de hêzên çekdar bi çekan xwestin xwepêşenderan belav bikin û teqê li wan kirin. Di encama teqeyan de 15 kesî jiyana xwe ji dest dan ê nêzikî 300 kesî jî birîndar bên.Xwepêşender dibêjin yên teqe li me kirîn ne hêzên ewlehiya Iraqêne, milîsên Heşda Şeibîne.

Herî dawî rêberê Tevgera Sedir  ji bo rewşa heyî helwest din danî. Muqteda Sedir dest greve birçîbûnê kir. Di vê derbarê de serokê gruba Sedir yê berê di parlementoyê de, Hesen El Ezarî di daxûyaniya xwe de dibêje:Muqteda Sedir dest bi greva birçîbûnê kir, heta wê dema ku tundûtûjî û bikaranîna çekan raweste.”

Hesen El Ezarî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand: “Dûrxistina gendelkaran, ti hincetek nade kesekî ku tundûtûjiyê bi kar bînin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres nerazîbûna xwe derbarê hebûna qurbaniyan di xwepêşandanên Iraqê de û derbarê êrîşkirina ser avahiyên hikûmetê de nîşan da.

Antonio Guterres banga aramiyê li hemû aliyên Iraqê kir û daxwaz kir ku gavên bilez biavêjin ji bo aramkirina rewşê û dûrketina ji tundûtûjiyê.

Herwiha ji hemû aliyên Iraqê daxwaz kir ku di demeke herî nêz de nakokiyên xwe bidin alî û dest bi gotûbêjeke aştiyane û giştgîr bikin ji bo dîtina çareseriya nakokiyên xwe.

Di derbarê brûdanên Iraqê de wezereta Derve ya Tirkiye jî daxûyaniyek ragihand û bang li hemû aliyên Iraqê dike ku bi hestiyarî tevbigerin û hemû pirsgirêkên siyasî bi diyalogê di nav aramiyê de çareser bikin.

Ji ber rewşa Bexdayê ji welatiyên Tirkiyê dixwaze, derveyî rewşên neçarî serdana Bexdayê nekin û bang li hemû welatiyan dikin, ji cihên ku tevlihevî hene dûr bikevin.

Serok Barzanî peyamek li ser rewşa îro ya Bexdayê belav kir û dibêje: “Em gelek nîgeran in li hember bûyer û geşedanên van demên dawî yên Iraqê.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Em gelek nîgeran in li hember bûyer û geşedanên van demên dawî yên Iraqê. Ez hêvîdar im hemû alî hest bi berpirsyariyê bikin û bi xwe de biçin û ji bo yekalîkirina nakokiyên xwe çek û tundûtûjiyê bi kar neynin.

Ev hêvîdar im, bîr li wan çareseriyan bikin ku xêr û berjewendiya gel û welat tê de be.

Cîgirê berdevkê wezereta derve ya Amerika jî di derbarê bûyerên ku li Bexdayê rû dide got: Em bi berdewamî tekeziyê li pabendbûna Hikûmeta Amerîka bi Iraqeke bihêz û aram dikin. Hebûna pêwendiyên dirêj, kûr û stratejîk bi Iraqê re, di berjewendiya gelê Iraq û Amerîka de ye. Em amade ne bi hikûmetekê re kar bikin ku ecindeya wê ya parastina serwerî û berjewendiyên gelê Iraqê hebe.

Back to top button