Cîhan

Îranê li dijî Amerîkayê stratejiya xwe diyar kir

Wezîrê parastina Îranê general Ahmed Wahidî daxuya kir ku stratejiya cengê deryayî ya Tahranê li hemberê keştiyên mezin ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi motorên biçûkê hatiye dirist kirin.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçe ya Farsê Ahmed Wahîdî li zanîngeha Emîr Kabir ya Tahranê axaftinek kir. Wahîdî di axaftina xwe de da zanîn ku motorên lezgînî li dijî keştiyên teyareyên Emerîkî û noqavên Emerîkî çekên me yê herî sereteye û ji bo Muhafizên Şoreşa Îranê jî wek leşkerên morîne.

Wezîrê Parastina Îranê da zanîn ku teknolijiya darastina deryayê Îran li ser vê stratejiyê hatiye dirist kirin. Stratejiya me him berhemdar him jî, ji aliyê maliyetê ve avantajên mezin peyda dike.

Wahîdî îdia kir ku di demên dawiyê de hemî dinya behsa stratejiya me dikin.

Sîtola Îranê bi polên Zulfîkar,Tarîk û Zelconê hatiye cûdakirin. Di heman demê de sîtola Îranê ji çekên sivik ta fuzeyên ajotker xwedî çekên cûr be cûr e.

 

Back to top button