Polîtîk

Barzanî û Talebenî rewşa Kurdistanê nirxand

Berî nîvroya îro dûşemiyê 07.02.2011ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Celal Talebanî serokkomarê Iraqa Federal kir.

Di hevdîtinê de,  pêşbirina proseya siyasiya Iraqê di çarçêweya destpêşxeriya serok Barzanî de û temamkirina bicîhkirina xalên rêkkeftina aliyên siyasiyên Iraqê hate guftûgokirin.

Di heman demê de li ser pêvajoya herêma Kurdistanê û bernameyê çaksaziya di karubarên hikûmeta herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşkêşkirina xizmetguzariyên pêwîst bi hemwelatiyan de danustandin kirin.

Zêdetir kûrkirina hevpeymaniya stratejîk ya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê de mijareke din ya dîdara serok Barzanî û serok Talebanî bû, di vê çarçoveyê de her du serokan tekîdî li ser parastina emniyeta Kurdistanê û hewildan bo yekdengî û mokimkirina yekrêziya navmala kurdistanî kir.

Back to top button