Civak

Îranê 2 Kurdên din jî sêdaredan

Welatiyeke Kurdê Rojhilatê Kurdistanê ya li girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hate sêdaredan û pêr jî yekekî din li heman bajarê hatibû sêdaredan.

Li gor zanyariyên rêxistina Hengaw ya ji bo mafê mirovan, li du rojan da du welatiyên Kurd li Îranê hatine sêdaredan. Roja sêşemê hukma sêdaredanê li ser welatiyekê xelkê Sine yê bi navê Fayiq Ehmedî ku li girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê bû hate bicîhkirin. Ev girtî 13 sal bû li girtîxaneyê de bû.

Roja dûşem jî welatiyeke dinê bi navê Keywan Riza Qulî li girtîgeha Sine hatibû sêdaredan. Ew du welatiyên Kurd bi tometa kuştina bi enqest hatine sêdaredan.

Back to top button