Cîhan

Îran: Rojeva hevdîtinên îro tenê mijara nukleerî û rakirina dorpêçan e

Gera duyemîn a danûstandinên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de îro li balyozxaneya Omanê li Swîsreyê dest pê dike.

Li gorî Îranê, rojeva vê gera danûstandinan, mîna qonaxên berê, tenê li ser “pirsgirêka nukleerî û rakirina dorpêçên li ser Tehranê ye.”

Di hevdînan de wezîrê derve yê Îranê û heyeta li gel dê nûnertiya welatê xwe bike.

Ji aliyê Amerîkî ve, Steve Witkoff û Bernard Kouchner bi karmendên xwe re ne.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi şêwirmendiya Îsraîlê, dixwaze pirsgirêka mûşekên balîstîk û komên çekdar ên nêzîkî Îranê ligel pirsgirêka nukleerî û dewlemendkirina uranyûmê çareser bike; Tehran red dike ku li ser her du mijarên dawîn danûstandinan bike.

Gera yekem li Muscatê, ew jî bi navbeynkariya Omanê pêk hat.

Back to top button