Civak

Îran naxwaze li gel ajansa atonomî hevkariyê bike

Wezîrê Parastinê yê Amerîka Robert Gates,da xûyakirin ku, tu nîşan tuneye ku Îran di derbarê pirsa atomî de rêkeftinekî li gel hêzên mezin yên cîhanî bike.Robert Gates got: “ Eger Îran ji dil dixwaze rekeftinekî di derbarê guhertina uranyumê de li gel hêzên cîhanî bike, divê li gel Ajansa Enerjîya Atomî ya Navteweyî hevkarî bike.“ Ji berî vê daxûyaniya Robert Gates, li Almanya di konferansikî de wezîrê derve yê Îranê Menûçer Muttakî, goti bû ku, wî di konferansê de hevdîtinek gelek baş  li gel serokê Ajansa Enerjîya Atomî Yukîya Amano kirîye.Muttakî da xûyakirin ku, bernameya Îranê ya atonomî ji bo armancên aştîyanê ye.

Back to top button