Civak

Barzanî vegeriya Kurdistanê

serdaneka fermîya ber bi Amerîka ve û paşê ber bi Ewropa ve, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî vegeriya welat. Serokê Kurdistanê di roja 22.01. 2010- de dest bi vê geşta xwe ya ber bi derveyî welat ve kir û di destpêkê de, dîdar û kombûn bi berpirsên mezin yên Amerîka re saz kir.

Serokê Kurdistanê di roja 25.01 .2010-ê  de kombûnek bi serokê Amerîka Barak Obama re pêkanî û tê de, behsa rewşa Iraqê bi giştî û rewşa herêma Kurdistanê bi taybetî hat kirin.

Di geşta xwe de ya ber bi Amerîka ve, serokê  Kurdistanê gelek dîdar û kombûn bi gelek berpirsên mezinên Amerîka re saz kir û çend civînên gelêrî û li hinek nawendên girîng semîner pêkanîn.
Serokê Kurdistanê di geşta xwe de ya ber bi Ewropa ve jî, serdana welatê Awustriya kir û dîdarek bi serokê evî welatî re saz da û gelek kesayetên cuda re hevdîtin pêkanîn.
Ev serdana Barzanî ya ji bo Amerîka gelek girîng bû , herweha wek serdanek dîrokî hate darxistin.

Back to top button