Dewleta Îranê li dijê kadroyên partiyên siyasî yên Îranê terorê dikin. Li Kurdistana Başûr li devera Balisan dû bûyerên teroristi li himber kadroyên PDKÎ çêbûn.Îro 7.3.2018 termê kadro û yek ji fermandarên Pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) Qadir Qadirî li navçeya Balîsan a ser bi Hewlêrê hat dîtin.Derbarê bûyerê de Berpirsê Peywendiyan ê HDKê li Hewlêrê Îbrahîm Zêweyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Li nêzîkê Hertel a newala Balîsan teqe lê hatiye kirin. Niha me dest bi lêkolînan kiriye û di dahatû de hurgiliyan belav dikin.”Ji berî niha jî Îranê bombeyek otomobila fermandarek yê PDKI ê Selah Ebas da cih kirîbû. Encama teqînê de kurê Selah Ebas jiyana xwe ji dest da.