Civak

Bijî 8ê Adarê!

Bijî 8ê Adarê!Sibê 8ê Adar e, Roja Xebat û Hevkariya Jinên Zahmetkeş a Navnetewî ye.Li seranserî dinyayê, jinan di vê rojê da derdikevine kolanan, bi encam dana çalakiyên cur be cur daxwaza mafên xwe yên çînî, netewî û cinsî dikin.Jinên tekoşer û cangorî yên Kurdistanê,Tu jî sibê derkeve meydanê, bi encam dana çalakiyên aşitiyane;Dengê xwe dijî tundûtijiyê mêran û tundûtijiyê dewletê bilind bike,Dijî sîstema mêrsalariyê derkeve û daxwaza wekheviyê bike,Li hember zilm û zordarî ya li ser ziman û çanda Kurdî derkeve,Bi dengekê bilind, ji bo Kurdistanê statuyekê netewî û siyasî bixwaze,Daxwaza ragihandina agirbes ji aliyê PKK û ragirtina operasyona leşkerî ya dewletê li Kurdistanê bike,Dengê xwe têkelî dengên aşitîxwaz û demokratan bike û dijî Rewşa Awarte, Biryarname Di Hukmê Qanunê da û militarize kirina Kurdistanê derkeve,Dijî êrîşa leşkerî li ser Efrînê dengê bilind bike û bêje, ku “ez nexwazim zarokên min bibine qurbanê siyaseta dagirkeriyê.”Roja Xebat û Hevkariya Jinên Zahmetkeş a Navnetewî li jinên kurd bi taybetî dayik û xwişkên şehîdan û zindaniyên kurdistanî pîroz be!Bijî Xebata Jinên Kurdistanê Ji Bona Aşitî, Azadî û Wekheviyê!Bijî 8ê Adarê! 07 Adar 2018PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan 

Balkêş e ?
Close
Back to top button