Civak

Îran li başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin

Îro li bajarê Silêmaniyê bi beşdarbûna sedan kes rejîma Îranê hate şermezarkirin

Çalakiya şermezarkirinê îro seat di 14.00’an de bi beşdarbûna sedan kes destpêkir. Şermezarkirin di bin dirûşmê  ”Divê îdam bên sekinandin, Ew zilm heta key bidome”ê de pêkhat.

Di çalakiya şermezarkirinê de sêdareyek bi awayekî sembolîk hate şewitandin.

Di çalakiya şermezarkirinê de rojnamevan Salar Caf jî amade bû. Caf di derbarê îdamê de got: Li cihanê û li rojhilata navînê mafên mirovan pêşvediçe lê mixabin Kurdên Rojhilata Kurdistanê ji aliyê Dewleta Îslamî ya Îranê ve her roj tên dardekekirin.

Dardekirinên rejîma Îranê gihîşt astekî pir xirap û di rêzkirina îdamên cihanê de di serî de cihê xwe digre û ew jî rewşa mafên mirovan ya Îranê bi awayekî zelal tîne ber me.

Salar Caf da zanîn ku bi çi sedemê dibe bila bibe, em dardekirina Kurdên Rojhilatî bi awayekî tundî şermezar dikin û bang ji Neteweyên Yekbûyiyê dikin ku pêşiya dardekirinê bigre .

Li başûrê Kurdistanê protestoyên li dijî dardekirina Kurdên Îranê roj bi roj zêde dibin û Kurdên başûrê Kurdistan li dijî zilmê dengên xwe berz dikin.

Back to top button