Cîhan

Îran: Ji bo operasyonê hêzên me li tixûbê Kurdistanê ne

Îran ev çend rojeke hêzeke zêde aniye ser tixûbê Herêma Kurdistanê û fermandeyê hêzên bejayî yê artêşa pasdaran dibêje: armanca me lêdana bingeh û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye li axa Başûrê Kurdistanê. Her wiha hişyariyê dide û dibêje li egera her tevgerekê de emê êrîşî wan bikin.

Mihemed Pakpûr Fermandeyê Hêzên Piyadeyê Artêşa Pasdaran li civînek ku li cihê operasyona serbazî ya artêşê li tixûbên Merîwanê birêveçû got: Wekî salên derbasbûyî da ku bingeh û baregehên hêzên dijberên me yên li axa Iraq û Herêma Kurdistanê kirine armanc, li paşerojê da jî wê karê dikin.

Her wiha da balkişand li ser topbarana navçeyên tixûbiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li rojên derbasbûyî û got: Îsal me amadekariya xwe kiriye ku bingehên wan hêzên li nêzîkî tixûbê Îranê û cihên din jî bikin armanc.

Back to top button